‘Guliyên te ne nedawî ne êdî’

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 24 Adar 2025 - 00:05

Weşanxaneya Nûbiharê pirtûkeke nû ya bi navê “Kil û hine netê” çap kir. Helbestvan Yeqîn h. bi vê pirtûka xwe ya nû helbestên nû digihîne helbesthezan.

Va ye nimûneyeke piçûk ji wan helbestên bi çêjn;


û axx! nema sor e gul, ne jî gevezî
gul neman ku porê te sor jê nedizî
guliyên te ne nedawî ne êdî
lema jî nema bêhna hineyê tê ji destê êvaran
lê porê te devê wê kêrê ye, devê wê kêrê
ku wê her bêhna xwîna hechecikê jê bê

Yeqîn h. kî ye?

yeqîn h. berê “Kurdê Mêrsînê” bû, niha li Cenevreyê dijî; her çend li Banqîra Şemrexa Mêrdînê hatibe dinê jî. Erê û naya wî Kurmancî ye, çendîn Fransî bixwîne jî. Car distrê û dinivîse, lê bêtir werdigerîne û kêm û zêdeya xwe wilo dijî.
 
Berhemên wî:
- Beytik (helbest), Weşanên Belkî, 2010
- Xelek (album), Wekî kom bi navê MAHABAD, Kom Muzîk, 2011
- Elîfbêtk (helbest), Weşanên Belkî, 2018
- Nehberk (album), Solo, ji kuliyata Mihemed Şêxo, Ses Media, 2019

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.