- Li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî ya ji bo rûreşkirina êrişên rejîmê û bi daxwaza azadiyê serketî bûn. Rejîmê ji ber vê êrişên xwe yên li dijî bajarên Kurdistanê dijwartir kirin. Hengawê nasnameya 32 şehîdên raperîna li Rojhilat eşkere kirin.
Tevahiya bajarên Rojhilatê Kurdistanê bersiv da banga greva giştî ya li dijî rejîma Îranê û dikanên xwe girtin, xelk neçû ser kar û xwendekaran jî dibistan û zanîngeh boykot kirin. Hêzên rejîmê bi leşker û polêsan ketin bajaran, lê raperîna li Kurdistanê serî li ber wan netewand. Li aliyê din li Tehranê, hêzên rejîmê êriş birin ser daxuyaniya Baroya Navendî ya Îranê. Baroyê dixwest piştgiriya xwe ya ji bo xwepêşandanên li welêt îfade bike.
Raperîna ku piştî şehîdkirina Jîna Amînî dest pê kir û bi daxwaza azadiyê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dewam dike, doh bi greva giştî dewam kir. Piştî ku bang hat kirin ji bo greva giştî, doh li Rojhilatê Kurdistanê kasibkar û dikandaran deriyên dikanên xwe venekirin û greva giştî dest pê kir.
Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê pêr bi şev jî bi taybetî li bajarên Sine, Urmiye, Mehabad, Bane, Merîwan û Seqizê gelek çalakî hatin lidarxistin. Li gelek bajarên Îranê jî bi heman boneyê çalakî hatin lidarxistin.
Doh li seranserê Rojhilat, nexasim jî li Sine, Urmiye, Kirmaşan û gelek bajarên din li dijî desthilata Îranê, bazirgan, dikandar, kasibkaran deriyê dikanên xwe venekirin û neçûn ser kar. Ji sibehê û pê ve, li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kir.
Gava nûçeya me dihat amadekirin, xwepêşandanan jî bi grevê re dewam dikir û li kolana Saedî ya li Seqizê êriş bir ser xwepêşanderan. Li ser encamên êrişî agahî bi dest neketin.
Seranserê Kurdistanê grev kir
Rêxistina mafê mirovan a ji Rojhilatê Kurdistanê Hengawê jî da zanîn ku doh li taxa Mirabad a bajarê Bukanê, zarokên dibistanê yên keç slogan gotine û doza azadiyê kirine, lê hêzên rejîmê gule li wan reşandine. Li gorî şahidên ji Hengawê re peyivîne, rejîmê li taxê gelek hêzên leşkerî û çekdar bi cih kirine.
Hengaw dide zanîn ku xelkê nexasim li bajarên Bane, Kirmaşan, Ciwanro, Serpolê Zehab, Sine, Seqiz, Dehgolan, Bukan û Mehabadê belav bûye. Lê nûçeyên grevê ji seranserê bajarên Rojhilatê Kurdistanê hatin.
Li ser greva berbelav, hêzên çekdarî yên rejîmê bi karwanên mezin ên leşkerî û polêsî di nava bajarên weke Seqiz û Sine de geriyane. Meydana Behman a li Seqizê weke ku ji nû ve hatibe dagirkirin xuya dike.
Li kolanên dikandaran ên Kirmaşanê yên weke Debir Ezam û taxa Dolat Abad mirov dibîne ku her kes li gorî grevê tevgeriyaye. Li navçeya ser bi Kirmaşanê Serpolê Zehabê jî dîmen nîşan didin ku grev bi giştî li navçeyê belav bûye.
Digire û wenda dike
Bersiva rejîmê ya li dijî raperînê li Rojhilatê Kurdistanê zext û êriş in. Li Sine wan Rizgar Nesîrî yê 28 salî duşema bihurî girt û aqûbeta wî ne diyar e. Yekşema bihurî jî wan Sîrwan Ezîzî yê 30 salî li Sine hatibû girtin û aqûbeta wî ne diyar e.
Sêşema bihurî li bajarê Pîranşarê, saet 14:00´an hêzên rejîmê bi karwanekî mezin ê leşkerî bi ser mala Şîrîn Mustefanecad de girt. Aqûbeta wê jî ne diyar e.
Wendakirina xelkê tê girtin li cem hêzên rejîma Îranê adet e. Azad Lutfî yê 33 salî 29’ê Îlonê li Bukan a ser bi Urmiyê hatibû girtin û heta niha jî aqûbeta wî nediyar e.
Êrişî baroyê jî kir
Li aliyê din Baroya Navendî ya Îranê xwest destekê bide xwepêşandanên ji bo azadiyê. Lê hêzên dewletê êriş birin ser daxuyaniya destekê ya baroyê. Rêxistina Hengaw êriş rûreş kir û destek da helwêsta Baroya Navendî ya Îranê.
Bîlançoyên dawiyê
Hengawê da zanîn ku wê navên 32 kesên li Rojhilatê Kurdistanê di êrişên hêzên rejîma Îranê de şehîd bûne, tesbît kirine. Li gorî daneyên wê ji 32 kesan 4 zarok in. Li wilayeta Sine li 9 bajar û navçeyan, li wilayeta Urmiya navenda wê li 9 navçe û bajaran, li Kirmaşanê li 5 navçe û bajaran, li Îlamê li 3 navçe û bajaran, hêzên rejîmê mirov şehîd kirine yan jî kirine ku birîndar bibin. Li derveyî van wîlayetan 3 welatiyên Kurd hatine şehîdkirin.
Hengaw dide zanîn ku bêhtirî 2 hezar û 500 kesî li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin û wan nasnameya 550 kesî diyar kiriye. Di nava van kesan de 80 aktîvîstên jin û 30 zarok jî hene. Hengaw bi xwe difikire ku hejmara şehîd, birîndar û girtiyan ji ya ku wê kariye tesbît bike zêdetir e.
Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê jî hejmara nû ya xwepêşanderên ji aliyê rejîma Îranê ve hatine kuştin belav kir. Li gorî daxuyaniyê heta niha herî kêm 201 kes û 23 ji wan zarok in, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin, bi sedan kes birîndar bûne û rejîmê dehê hezaran kesî jî kirine nezaretê û girtine.