Greva giştî ya pêr li pirraniya bajarên Rojhilatê Kurdistan û gelek bajarên Îranê doh jî dewam kir. Doh danê êvarê, bi sedan kes li gelek bajaran daketin kolanan û çalakî jî li dar xistin.
Pêr li bajarên Urmiye, Mihabad, Bokan, Serdeşt, Pîranşar, Şino, Seqiz, Bane, Dîwander, Kamyaran, Dêwlan, Firwe, Merîwan, Pawe, Rewanser, Ciwanro, Selasî Bawecan, Kirmaşan, Îlam û gelek herêmên din dikandar û kasibkaran dikanên xwe venekirin û tev li grevê bûn.
Heman rojê li bajarê Sine xwendekarên jin serpoşên xwe şewitandin û bê navber li dijî desthilata Îranê dirûşm gotin. Li Goristana Beheşt a Mihemed a Sineyê jî merasîma çilê şehadeta Mihemed Şerîetî yê di xwepêşandanan de şehîd bûbû, pêk hat.
Li Dêwlanê jî komek xwendekar meşiyan û bê navber dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ gotin. Pêr bi şev li Sine, Kirmaşan, Seqiz, Ciwanro û gelek herêmên din ên Rojhilatê Kurdistanê, ciwan daketin meydanan, li ser rêyan agir pê xistin û rê li çûnûhatinê girtin.
Li bajarên Tehran, Îsfehan, Kirman, Fars, Merkezî, Hemedan, Buşer û gelek herêmên din beşek ji dikandaran dikanên xwe venekirin û tev li grevê bûn. Wekî din greva karkeran û barghilgiran jî dewam kir.
Bi şev li Tahran û bajarên Meşhed, Zencan, Erak, Esfehan welatî daketin qadan û çalakî li dar xistin. Tê payîn greva giştî ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê sibe û du sibe jî dewam bike.
NAVENDA NÛÇEYAN