Gravûrên resen ên Rembrandt

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 11 Adar 2024 - 00:59

  • Tabloyên Rembrandt li ser xelkê ewqasî bi tesîr bûn ku bi navê “Ronahiya Rembrandt” mefhûmek hate avakirin. Di tablo, fotograf û sînemayê de jî ev mevhum hate bikaranîn. Beriya ku Rembrandt vê ronahiya dramatîk ava bike gelek gravûr jî çêkiribûn. Ev gravûrên wî niha bi awayekî dijîtal ji hêla her kesî ve dikarin werin dîtin.

Şêwekar Rembrandt van Rijn yek ji şêwekarên sedsala 17’an ê girîng e. Ew jî ji Hollandayê ye û di şêwekariyê de, nexasim jî di warê kontrastê (ronahî) de berhemên balkêş ava kir. Her wiha derbeyên firçeyên wî jî di şêwekariyê de nû bûn û di vî warî de jî afirînerekî xurt bû. 

Muze û Pirtûkxaneya Morgan a li New Yorkê ji bo resmên Rembrandt baştir werin zanîn û xelk karibe bi rehetî wan bibîne xebateke nû bire serî. Di çarçoveya projeyekê de 500 resmên resen ên Rembrandt ku weke gravûr hatine çêkirin bi awayekî online hazir kirin û niha ev resm ji hêla her kesî ve dikarin bi hêsanî werin dîtin. Bi saya platformên dijîtal di van salên dawiyê de gelek xebatên bi vî rengî pêk hatin. Ev derfeta hanê tablo û resmên şêwekarên mezin ên ku kêm caran tên nîşandan tîne ber piyê xelkê.

Di nav gravûrên Rembrandt de ji bilî otoportreyên wî teswîrên ji Încîlê jî hene. Her wiha gelek tabloyên wî yên ku bi menzereyan û jiyana rojane daketiye jî hene di nav koleksiyona wî ya ku bi awayekî dijîtal hatiye hazirkirin de. Rembrandt di dawiya salên 1620’an de dest bi van tablo ango gravûrên xwe kiriye û heta salên 1660’an jî xebatên xwe domandiye. 

Hemû jî resen in

Muze û Pirtûkxaneya Morgan li ser malpera xwe ya înternetê di derheqê karên Rembrandt de dibêje; “Gravûrên Rembrandt di warê resmên çapî de pirr tên naskirin û zanîn. Nexasim jî psîkolojiya ku wî di van gravûran de ava kiriye û hûrbûyinên wî yên dramatîk bi rêya ronahiyê nifûzî insanan dikin. Yanî ew bi van tiştan hestên insanan ber bi şêwekariyê ve dikşîne û vî tiştî bi serketî pêk tîne. İnsanên di portreyên wî de bi nihêrînên cuda hatine xêzkirin. Gava bîner berê xwe didin xebatên wî bi gelek awayan rastî portreyên insanan tên. Her wiha menzereyên wî jî têra xwe bi tesîr û balkêş in. Dar û pelên ku wî bi qelemê di van gravûran de xêz kirine pir bi baldarî hatine xêzkirin û diyar e ew bi gelek hûrgiliyan daketiye. Hemû xebatên wî jî resen in.”

Ji bo kesên dixwazin van xebatên Rembrandt bibînin lînk li jêr e; 

https://www.themorgan.org/rembrandt

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.