Grafîtî ji bo gerîlayan
Çarşem 2 Mijdar 2022 - 00:31
Li bajarên Swîsreyê Biel û Cenevreyê Înîsiyatîfa Riseup4Rojava li ser dîwaran li dijî bikaranîna sîlehên kîmyewî li dijî gerîlayên Kurdistanê, resmên mezin xêz kirin. Bi van çalakiyan Riseup4Rojava ya Swîsreyê di heman demê de destek jî didin gerîlayên azadiya Kurdistanê. Li Cenevreyê wan bi grafitiyekê got “Şerê kîmyewî li dijî Kurdistanê rawestînin”.
Li Bielê wan desteke jibo gerîla bêhtir derxist pêş: “Maskeyên gazê ji bo gerîlayan”.
NAVENDA NÛÇEYAN