Goristana bîrê yan jî bîrkoriya me!

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 21 Cotmeh 2021 - 01:33

  • Hûn ji min bipirsin ev yek durûtîya mirovan e; yanî gava kuştin çêdibin û dewlet bi awayekî hovane êrîşî civakê dike kes dengê xwe nake û meydan vala ye. Lê çi sosret e, ji bo huner û pêşangeha li ser wan her kes li meyadanê ye û li çepikan dixin. 

ARDÎN DÎREN / AMED

Guy Debord di kitêba xwa ya navdar a bi navê “The Society of the Spectacle” (Civaka Xwepêşanê) de dibêje, “Civaka xwepêşanê li her derî bi darê zorê, xapandin û xwînê hatibû destpê kirin, lê soza siberojek bextewar dida. Ew bawer dikir ku dê were hezkirin. Niha êdî ti tişt hêvî nake. Êdî nabêje, ‘Tiştê tê dîtin baş e, tiştê baş tê dîtin’ na ew tenê dibêje, ‘Ev tişt wiha ye!’ û zêde pê de naçe.” 

Gelo jidil jî ‘ev tişt wiha ye!’

Li gor Guy Debordî xwepêşan, di jiyana modern de rêgezên nû ji xwe re ava kiriye û ew xwedî pîroziyeke sexte ye! Heger tiştek malê xwepêşanê be ew tişt baş e, rast e û erênî ye. Lê heger ne malê xwepêşanê be ew tişt xerab, derew û neyênî ye. Debord, ev kitêb di salên 1960’î de nivîsiye û li gor wê demê tespîtên baş dike. Her wiha kitêb ji bo tevgera 1968’an ya ciwanan jî bû çavkaniyek. Dîtin û nihêrînên Debordî yên derbarê xwepêşan, jiyana modern, pergal û civakê de ji bo roja me ya îro jî derbas dibin. Hîna jî hin kes radibin û dibêjin “Ev tişt wiha ye!”. Ew wextekî nadin me ku em li ser hin bûyeran biramin û rexneyan pêş bixin. Dixwazin zû bi zû em tevlî xwepêşana wan bibin û weke wan bifikirin. Dixwazin bi pîroziyeke sexte malê xwepêşanê bi me bidin qebûl kirin ango weke tiştekî rast û erênî nîşan bidin. Aha di vir de Debordî dîsa derdikeve meydanê û li hember vê ferzkirina xwepêşanê dibêje, “Ancax kesên dijminê pergala heyî dikarin ‘civaka xwepêşanê’ red bikin û tevlî vê civakê nebin.” Em çiqas xwedî helwest in û tevlî “civaka xwepêşanê” nabin an jî wê red dikin, li gor dîtina min mesele giş bi vir ve girêdayî ye. 

Li bircên Amedê pîroziyeke sexte  

Ev çend roj in niqaşên derbarê pêşangeha Ahmet Guneştekîn ya bi navê “Jûra Bîrê” de li ser medyaya civakî tên parvekirin. Hin kes pêşengeha wî ji bo “bîra civakî” pîroz dibînin û hin ji wan jî xebatên wî li bin guhê erdê dixin. Pêşangeh, li bircên Amedê yên ku ev çend sal in ala Tirkan lê ba dibe hat lidarxistin. Ji xwe ji bilî Guneştekîn jî ez bawerim kes nikaribû ji bo pêşangehê destûr bigire. Ez dirêj nekim, gelek siyastemedar, rojnameger û hunermend tevlî pêşangehê bûn û wêneyên xwe parve kirin. Hin rojnamegerên ku di dema qedexeya kolanan de nûçeyek jî çênekirin û hin hunermendên ku bêdeng man û gotin em xwe tevlî polîtîkayê nakin jî li wir bûn. Her wiha hin kesên wê demê desthilat bûn û xwedî peywir bûn, li ser saziyên dewletê jî li wir bûn. Ji xwe ez naxwazim qet behsa siyasetmedarên me û hunermendên me bikim. Ew derdekî din e li dera hanê! Ev qerebalixa ku xwe spart pîroziyeke sexte, xwedêgiravî li jûrên bîrê li êşa me Kurdan dihizirîn. Bi wêne û selfiyan jî vî tiştî diselimandin. Xwedê dizane dê carek din li paş xwe venegerin û ev hovîtiya dewletê qet neyê bîra wan jî. Hiş û bîra wan jî wek wêne, selfî û storyên wan rojane ne. Çi bibêjim li hember vê bîrkoriyê û xwepêşana qaşo pîroz lê di heqîqetê de sexte xwedê me bisitirîne. Ew li hember bîranînên wan insanan tenê ne bîrkor, her wiha fehmkor in jî!

Ji ‘Jûra Bîrê’ ber bi ‘Goristana Bîrê’ 

Heger nixandinek hebe ji bo vê pêşengehê ancax mirov dikare bi vî awayî dest pê bike. Bi ya min, bi qasî naveroka pêşangehekê elbet şêwaza rêxistinkirina wê jî girîng e. Divê naverok û şêweya nîşandanê hinek li hev bikin û ji hev ne dûr bin. Mînak heger qaçilê derûdora kakil ne saxlem be îhtimal e ku kakilê hundir zû pûç bibe. Ji bo pêşangeha Guneştekîn jî mirov dikare bibêje ku kakilê wê pûç e û qaçilê derûdora pêşangehê jî ne saxlem e, zirav e û piştî çend rojan dê tevî kakilê xwe birize here. Yanî dê ev pêşangeh di bîra kesî de nemîne, çend roj şûnde wek pûşê li ber bayê ji bîra me derkeve here. Ji lewma têkiliyek wê ya baş bi dîrokê re tine ye, bi bîranînên wê demê re jî nikare analojiyek baş biafirîne. Bi her awayî pêşangeheke çilvirî ye. Yanî ew bi vê xwepêşanê ji bo bîra me goristanekê ava kirin û bîrê di wir de binax kirin.

Ev tişt ne wiha ye ezbenî!

Vêca ji vê bobelatê ango “Jûra Bîrê” dê hunerek çawa binizile ber bi kok û rehên bircên Diyarbekir û ev huner me çawa temsîl bike? Ew kesên navên xwe kolan li ser bircên Diyarbekir, ne tenê jûrek ew “xanîyên bîrê” ava kirin ji xwe, îca ev dawet û dîlana sexte ya pûç ku dilê mirov dixelîne ji kur derket? Heger mirov tevlî vê xwepêşana sexte nebe biveneve ji xwe dipirse. Piştre jî ji ber ku mirov hunera pergala heyî qebûl nake dibêje, “Ev tişt ne wiha ye ezbenî!”. Yanî bîra vê civakî bi vî awayî ango bi vê hunera ku dibe perçeyekî xwepêşanê nayê parastin û tu nikarî bi vê pîroziya sexte ji bo vê civakê bîrekê biafirînî. Dê ev huner an jî xwepêşan di wan darbestan de birize here û di xaniyê bîra me de ji xwe re jûrekê ava neke. 

Sosretbûna hunera 
têgehî û hevçerx

Mixabin asta hunera têgehî û hevçerx hatiye li vê hizrê heliqiye; “Hela bila bimire ez ê ji vê mirinê çi hunereke xweş biafirînim!” Ji xwe naxwazim qet behsa etîk û exlaq bikim. Em ji vê meseleyê pirr dûr in. Heger ne wiha bûya wextê ku şer li kolanan qewimî diviyabû hunermendan ew çax hunerên xwe nîşan bidana û bigotana, “Piştî bajar hilweşiya û ciwan jiyana xwe ji dest dan em çibikin ji hunerê?” Lê na, ev yek ne xema kesî bû jî, me her roj li kuştina wan temaşe kir û me ji dewleta ku xwest bîrê hilweşîne re ti gotinek nekir. Erê me gotinek nekir û em bêdeng man, ev yek jî qebûl e, lê di ser vê êş û birîna ku hîna nekewiyaye de, di bin navê pêşangehan de xwepêşanên bi vî rengî tên çi maneyê? Qet em dirêj nekin ev nîşaneya durûtî û bîrnebûna me ye. Ji lewma em ranebin hevdû bi “jûrên bîrê” nexapînin û vê êşa xwe bi vî awayî nekewînin. Guneştekîn gotiye, “Heger hunermend zextên li hemberî gelê xwe jibîr bike dê mirov bibe kevir.” Bîra Kurdan bi wan kevirên ku zarok avêtin tank û polîsan li ser piya ma, ew dîmen dê qet ji bîra me neçin. Ji xwe heger hunermendiya me Kurdan çend gav ber bi rewşenbîriyê ve biçûya û me jî karibûya wek Edward Saîd çend keviran bavêta dijminê xwe niha pêdivî bi vê xwepêşana sexte nedima. Diyar e, kevirbûna hunermendên Kurd heya çend heyaman jî dê bidome. 

Tiştê pîroz ne huner lê jiyan e

Yanî em zorê bidin xwe û bibêjin îllem huner îllem huner nabe! Li gor min tiştê pîroz ne huner e lê jiyan e. Bi qasî ku pêşangeh hate rojevê, kuştina wan kesên ku niha pêşangeh li ser wan e nehate rojevê. Hûn ji min bipirsin ev yek durûtîya mirovan e; yanî gava kuştin çêdibin û dewlet bi awayekî hovane êrîşî civakê dike kes dengê xwe nake û meydan vala ye. Lê çi sosret e, ji bo huner û pêşangeha li ser wan her kes li meyadanê ye û li çepikan dixin. Heta ew radibin şahiyan li dar dixin û di ser de jî govend digerînin! Bi darbestên li ser bircê re selfiyan dikêşin û hire hire wan e dikenin. Yanî we pêşangeh çêkir serçavan, heta radeyekê dîsa tê qebûlkirin lê qet nebe hûn bêdeng bimana û hinek di bêdengiyê de lî bîra xwe ya kul bûyî biramiyana. Lê ka ew ramîn û bîr!? 

NÇM nehat bîra kesî

Roja pêşangeha “Jûra Bîrê” destpê kir, di heman şevê de li Stenbolê konsera NÇM’ê hebû, dê ev sazî 30 saliya xwe pîroz bikira lê dewlet destûr neda. NÇM ev 30 sal in bi helwest û keda xwe di warê çand û hunerê de hewl dide ku bîreke civakî ava bike. Ew vê yekê çiqas pêk anîne an jî çiqas baş dikin elbet ciyê rexneyê ye. Li gor min heya ciyekî jî ava kirine. Lê ew mirovên “bîrkor” çawa ku li pêşangeha Ahmet Guneştekîn xwedî derketin û kirin hela hela li NÇM’yê xwedî derneketin. Çima qedexeya li ser NÇM’ê nedîtin. Gelo Ahmet Guneştekîn nikaribû di pêşangeha xwe de vê rewşê bikira rojev û balê bikişanda ser vê sosreta dewletê. Heger helwestek bi vî rengî nîşan bidaya em ê jê û hunera wî bawer bûna. Mixabin wê şevê medyaya civakî bi selfiyên darbestên rengîn hate xemilandin (ku ev bi xwe jî rewşeke patolojîk e li gor min). Guneştekîn û mêvanê xwe yên xerîb jî vexwarin û li kêfa xwe nihêrîn. Çi heyf wê şevê NÇM nehat bîra kesî. Ew xwe spartin “jûra bîreke modern ya demkin” û di wê jûrê de xeriqîn. Aha ev e bîrkoriya me, aha ev e têkiliya me ya bi bîr û dîrokê re û aha ev e rewşa civaka me. 

Encam; xwepêşaneke stewr, civakeke bîrkor û pêşangeheke sexte! Bîra me ya derbxwarî wek stêrkên li asîmanan stûxwar ma dîsa. Lê ew ê şoreşgerên me her navên xwe bikolin li ser bircên Diyarbekir. Heger ji min bipirsin pêdiviya bîrê bi darbest û tabelayên bê mane tine ye, tenê hizirkirina li bîranînên wan bi serê xwe bîr e.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.