Golan bi agirê Newrozê germ bû

Çarşem 22 Adar 2023 - 00:15

Xelkê navçeya Golanê ya Erdexanê li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya navçeyê kom bû û bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” Newroz pîroz kir. Parlamenterên HDP’ê Mûrat Sarisaç û Zuleyha Gulum û gelek kes tev li pîrozbahiyê bûn. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç got, “Agirê bi sê darikên niftikê li Zindana Amedê dest pê kir, heta îro gurr dibe. Kawayê Hesinkar li dijî Dehaqan li ber xwe da. Dehaqên roja me ya îro zilma xwe didomînin û Kawayên Hemdem li dijî wan têdikoşin. Me hêrsa xwe li anî qadên Newrozê. Em ê hesabê zilmê ji îktidara AKP-MHP’ê bixwazin. Em dikarin bi ruhê agirê Newrozê birêz Ocalan azad bikin.” 

ERDEXAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.