• Raporeke li ser tesîrên girtina deriyê sînor a Pêşxabûrê li ser xelk û bazarên Rojavayê Kurdistanê nîşan dide, ku PDK´ê bi girtina derî esas xelkê Rojavayê Kurdistanê ceza dike. 

Rêxistina hilberîna agahiyan ji bo xurtkirina alîkariya insanî REACH´ê raporek li ser girtina deriyê sînor ê Pêşxabûrê weşand û got, girtina deriyê sînor rewşa insanî û ticarî gelekî xira dike.

PDK´ê li ser lihevnekirinên siyasî, 11´ê Gulana bihurî deriyê sînor ê di navbera Rojava û Başûr de girtibû. Malbatên şehîdên Kurdistanê ji PDK´ê dixwestin ku cenazeyên zarokên wan teslîmî wan bikin û ji bo vê çalakiya konvegirtinê dabûn destpêkirin. Niha li ser tesîrên vê yekê li ser rewşa ticarî, aborî û insanî ya li Bakur û Rojhilatê Sûrî raporek hat weşandin. Ev rapora rêxistina REACH´ê bênimûne ye. Rapor bi sernavê “Girtina deriyê sînor ê Pêşxabûr-Sêmalka di Gulana 2023´yan de û tesîra wê li bajarên li Bakur-Rojhilatê Sûrî” hatiye weşandin. Rapor bi tesîrên girtina derî yên 26 rojan dadikeve.

Di nava encamên sereke yên lêkolînê de ya ku rapor xwe disipêriyê, tê gotin, “Girtina deriyê sînor ê Pêşxabûr-Sêmalka yê ku Herêma Kurd a Iraqê (KRI) û Bakur û Rojhilatê Sûrî digihîne hev, bazirganiya ku heyatî ji bo sektorên sereke yên aboriyê, qut kir. Firoşkarên ku agahiyên sereke dan, got, girtina deriyê sînor heger dirêjtir bike, wê bibe sedema jidestçûna komî ya berfireh a karkerên bi yewmiyeyan kar dikin, ev jî ji ber tesîra li ser sektora avahîsaziyê ye; di nava van de karkerên hilberandin û bazirganiya ji bo zincîra dabînkirina materyalên avahîsaziyê heyatî ye jî hene.”

 

Hin xwarin kêm bûn

Rapor her wiha behsa tesîra li ser buha û peydabûna berhemên sereke yên xwarinê jî dike û dibêje, “Hin berhemên ji bo xwarinê yên sereke, li gorî îfadeyên xelkê buha bûne û kêmtir peyda dibin. Hema du hefteyan piştî girtina deriyê sînor, şekir, rûnê malê, tirş û ava firengiyan, mîwe û hin sebze kêmtir peyda bûn. Tevî ku firoşkar behsa xwesipartina hilberîna li cihê cih û hin rêyên din ên dabînkirinê bikin jî, alternatîf kêm in û tehlûkeya qutkirina wan jî heye.”

 

Zerarê dide 2 milyon mirovan

Rapor balê dibe ser penaberan û kesên din ên hewcedarî alîkariya insanî jî û dibêje, girtina deriyê sînor, nexasim jî tesîra xirab li wan dike: “Korîdora sereke ya ji bo alîkariya insanî ya ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, deriyê sînor ê Pêşxabûrî-Sêmalkayê ye; bi xêra wê alîkariya insanî ya heyatî ji bo qederê 2 milyon mirovan tê dabînkirin. Wisa diyar e, heger girtina deriyê sînor dirêjtir bike, ev ê tesîreke gelekî xirab û giran li sektora tenduristiyê bike, lewma derman û materyalên tibî nikarin li cihê cih bên hilberandin. Girtina derî gelekî muhtemel e ku tesîrê li gihandina alîkariya pere jî bike, ya ku bi rengê alîkariya xwarinê, projeyên avakirina xaniyan û sererastkirina binesaziyê tê kirin.”

 

Dike ku xelk biêşe

Rapor wekî din behsa wê yekê dike ku girtina derî dikare hem xelkê û hem jî bazaran li hember derbên din jî lawaz bike: “Gava ku mirov li ber çavan bigire ku hejmara rêyên din ên dabînkirina eşyayan kêm e, qutkirina bazirganiya bi Herêma Kurd a li Iraqê re dike ku civakên ev bazirganî ji bo wan lazim e, lawaztir bibin ji bo şokên din ên ku rêyên dabînkirinê asteng dike û zextê li buhayan dike.”

 

Derî li bazirganiyê vebû lê tehlûke hîna dimîne

PDK´ê li ser zexta raya giştî ya Kurd neçar mabû derî veke, lê rîsk û tehlûkeya girtina derî dewam dike. Û ev rîsk jî li gorî raporê weke şûrekî li ser aboriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ba dibe. Encamên raporê îşaret bi girîngiya hilberîna li nava Bakur û Rojhilatê Sûriyê û her wiha peydakirina alternatîfan jî nîşan dide.

NAVENDA NÛÇEYAN