
Ji çalakiyên roja duyemîn a Mihrîcana Şanoyê ya "Arîn Bisk û Zulfên Aşîtiyê ye" koma şanoyê ya Navenda Çand û Huner a Reqayê şanoya "Girtîgeha bavê min" nîşan da.
Di mihrîcanê de şêniyên Kobanê, gelek siyasetvanên Kobanê, endamên saziyên sivîl û leşkerî yên kantonê amade bûn.
Şanoya "Girtîgeha Bavê min“, li ser kurekî ye ku di encamê qezayekê de kor bûye û bavê wî, wî dixe heps dike. Di şerê Sûriyê de wî kurî hevalên xwe winda kirine.
Çalakiyên mihrîcanê heta 27’ê Mijdarê dewam dikin. Beriya vê jî endamên Çand û Hunera Tebqa şanoya "Çinîna tasa serî" pêşkêş kirin.
Arîn Mîrkan "Dîlara Kînc" sala 1992`an li kantona Efrînê ji dayik bûye û 2007`an tev li nava refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bûye. Arîn Mîrkan 5`ê Cotmeha 2014`an li ser girê Miştenûrê yê li bajarê Kobanê li hemberî komên çeteyan çalakiyeke fedayî pêk anî. Mîhrîcan bi navê Arîn Mîrkan e.
ANHA/KOBANÊ















