Giliyê Wezîrê Hewlêrê kir
Pêncşem 12 Gulan 2022 - 21:27
- Dr. Dilşad Mihemed Abdulrehman li Serdozgeriya Giştî ya Hewlêrê ji ber parvenekirina mûçe giliyê Wezîrê Darayî û Wezareta Darayî kir.
Ji ber nedayîna mûçe, Dr. Dilşad Mihemed Abdulrehman li ber Serdozgeriya Giştî ya Hewlêrê daxuyaniyek da û got, ji ber ku Wezareta Darayî û Wezîrê Darayî berpirsên nedayîna mûçe û meaşna in, wî fermî giliyê wan kiriye.
Dr. Dilşad Mihemed Abdulrehman li Serdozgeriya Giştî ya Hewlêrê ji ber parvenekirina mûçe giliyê Wezîrê Darayî û Wezareta Darayî kir.
Dr. Dilşad Mihemed Abdulrehman têkildarî sedama gilîkirinê daxuyanî da û got: “Wezîrê Darayî berpirsê sereke yê nebûna pere, ji aliyê Wezareta Darayî ve parvenekirina mûçe û deynnedayîna kesên xwedî proje û fikr e.”
Dr. Dilşad Mihemed Abdulrehman, Wezîrê Darayî berpirsê duristkirina îdarî dibîne û dibêje, “Di parvekirina mûçe de cudakariyê dixe navbera parêzgehên Kurdistanê de, heger ne wiha ye, divê Wezîrê Darayî daxuyaniyê li ser derengman û parvenekirina mûçe daxuyaniyê bide.”
Hêjayî gotinê ye ku hîna beşek ji karmendên herêma Silêmaniyê mûçeyên xwe yên Adarê nestandine û ev çend roj in ji bo daxwazkirina mûçeyan çalakiyan li dar dixin.
ROJNEWS/HEWLÊR