Giliyê waliyê Hewlêrê kirin
Sêşem 31 Gulan 2022 - 21:33
- Şêniyên gundê Reşkînê yê ser bi Hewlêrê, ji ber ku ji wan xwestine gund vala bikin, gililyê walî û qaymeqamên Hewlêrê kirin.
Şêniyên gundê Reşkînê yê ser bi Hewlêrê, ji ber ku ji wan xwestine gund vala bikin, gililyê walî û qaymeqamên Hewlêrê kirin. Li gorî agahiyên xelkê gund, plan heye ji bo ku gund bikin proje, lê ew ê dest ji gundê xwe bernedin.
Xelkê Reşkînê, doh çûn ber Dadgeha Hewlêrê û li hemberî valakirina gund wan nerazîbûna xwe nîşan da.
Nûnerê xelkê gundê Reşkînê, Xelîl Îbrahîm daxuyanî da û got, “Weke gundê Reşkînê me giliyê Waliyê Hewlêrî, Qaymeqamê Hewlerê û Wezareta Şaredariyê kir ji ber ku em agahkir in ku ew ê gund vala bikin. Li gorî wan xaniyên gund ne yasayî ne, lê ji sala 1947’an ve tapoya me heye û em xwediyê milk in. Em ê weke xelkê gundê Reşkînê bi ti awayî gundê xwe vala nekîn.”
Gundê Reşkînê li rojavayê Hewlêrê ye û niha 134 malbat lê dimînin. Li gorî xelkê gund, niyet heye gundê wan bikin proje yan ji park.
ROJNEWS/HEWLÊR