Germikên Gihadînê (Giyadîn)

Melîk AYKOÇ nivîsand —

Pêncşem 17 Adar 2022 - 22:06

  • Gava mesele Gihadîna nevçeya Agiriyê ye, berê her tiştî çiya, çavkanîyên avên zozanan û şetên çemê Asî (Muradê) her wiha germikên (germavên) li dor wê tên bîra mirovan.

Gava mesele Gihadîna nevçeya Agiriyê ye, berê her tiştî çiya, çavkanîyên avên zozanan û şetên çemê Asî (Muradê) her wiha germikên (germavên) li dor wê tên bîra mirovan. Germikên Gihadînê bi qasê 5 kîlometreyan li başûrê Gihadînê li dor gundê Dawudê û mezrayên wê, Mamrmarok û Pirdê ne. Ev gund û germikên wê li ber pêşên şaxên çiyayên Tendûrek û Eledaxê ne. Tê zanîn ku hem Tendûrek, hem jî çiyayê Eledaxê volkanên vemirî ne. Ev avên germikan bi van herdu volkanên vemirî re têkildar in. Hêjayê gotinê ye ku mirov bibêje, ev germik di newaleke berfireh a wekî çovîk a li dor çemê Muradê de ye. Bi qasê 7 – 8 kîlometreyan li başûrê rêya tiransît E 80 ya Erzirom û

Îranê ye. Mirov bi hêsanî dikane xwe bigîhîne germikan.

Herema germikan bi giştî li dora 1925 – 2000 metreyî ji deryayê bilintir e. Devereke zozanî ye. Debara gundiyan berê bi tevahî li ser sewalwanîyê û hinek jî rencberiya giha çinînê bû, lê niha rewş guherîye û çandiniyeke nûjen jî dest pê kiriye. Heta serayên sewzeyan, yên pedivîyên kompleksên germikan pêk tîne jî hene. Hima bigire li her derê herêmê, şoraxgeh, avzemên germ, cih bi cih ava germ, di hin qelîştekên zinaran de hulm û gulma ava kelî radibe. Bes, li ser çavkaniyên av zêde jê dipijiqe, avahiyên  germik û hotêlan bi awayekî gelek nûjen hatine lêkirin. Ava ku ji çavkaniyên germikan derdikeve li dora 70-75 pileyî germ e, heta li hin cihan heta bi 80 pileyî jî germ dibin, yanê mirovan dişewitîne. Ji ber vê egerê jî wê ava germ berê di hewzan de didin rawestandin, li pey hetanî 40-35 pileyî sar bû, hîna ava germikê didin hewzên ku mirov dikevinê. 

Endeksiyona avê, mîneral û gazên sereke yên di nava avê de ev in: Li gel hevgela avê; mîneralên bîkarbonat, klorur, sulfat, kalsiyum, karbondîoksît û hê gelek gazên din, heta di hinan de gazên radioaktîf jî hene. Mîneralîzasyona wê bi giştî li dora 1000 milîgram serê lîtreyekê ye. Anegorî pisporên bijîşkî, ev av ji bo bawîyam, nexweşên nevrît norolojiyê, nexweşiyên jinan, hişkbûna hestiyan (skreloz), nexweşiyên siyatîk û metabolizmayê gelek baş in. Anegorî lêkolîn û daneyên pisporan, germikên bi vê hevgeliya mîneral û gazan li cihanê kêm tên dîtin.

Lê mixabin pirraniya me Kurdan ne tenê taybetiyên welatê xwe nas dikin, ne jî cih û çavkaniyên wiha şîfa didin, dizanin. Li şûna wê, bi hêvî diçin germikên Tirkiyê û welatên din, yan jî dikevin nava xîsa deryayan. Lê derman û hêvî li ber derê me.

Dewleta dagirker di van salên dawiyê de ji bo talanê dest avêtiye vê dewlemendiya xwezayê ya li Gihadînê jî û di encamê de tevahiya herêmê girtine bin parastin û kontrola xwe û biryara wê jî bi destê “saziya herêmên divê bên parastinê” dane girtin. Ev germikên Gihadînê bi fermî weke cihên parastinê pejirandiye û ev roja 27´ê Cotmeha 2017´an de di rojnameya dewletê ya fermî de hatiye weşandin. Bi her awayî bi xwe ve girêdane. Ti avadanî jî bê destûrnameya wê saziyê nayê lêkirin, heta avahiyên gundiyan jî di bin fermana wê saziyê de ne.

Hûn dibînin, em li ser dewlemendî û bercîsên xwezayê û çavkaniyên şifayên xwezayî rûniştine, li her çengekî welatê me nîşaneyên bihuşta bûye xewna bawermendan hene. Bav û kalên me jî, berhemên herî giranbiha û bingehê pêşketina van rojên me li pey xwe hiştine. Lê mixabin îro; em ne di wê hêzê de ne ku wan biparêzin, bi temîran rengê orjîn ji nû ve bidin jiyandin. Ne jî bi tevahî dizanin ka çi li ku heye.

Bi hêviya ku Kurd hemû van dewlemendiyên welatê xwe binasin, her û her xwe li wir bigirin, hetanê nasandina berhemeke din bimînin di nava xêr û xweşiyê de.

parvê bike

Melîk AYKOÇ

Nivîsên Melîk AYKOÇ

Keleha Argûnê
18 teşrînê

Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê

Kavilên Mendekê
4 teşrînê

Keleha Sarê
7 cotmeh

Keleha Haremî
30 îlonê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.