Gerîlayê HPG'ê yê Ereb Ferhad Egîd li ser dema tevlêbûna xwe ya nav gerîla got, ''Sedema sereke ya tevlêbûna min a nav gerîla berpirsyariya min a li bara welatê min bû.'' 

Gerîlayê  HPG'ê Ferhad Egîd ê ji Reqayê diyar kir ku bi îdeolojiya Rêber Apo gelên Rojhilata Navîn bîrewer dibin û got, ''Ez li Reqayê çêbûm. Li nav civaka Ereb mezin bûm. Civaka ku ez li navê mezin bûm, gelek zehmetiyên xwe hene. Hêzên desthilat ên li ser civaka Ereb her cure tundî bi kar anîn.

2018'an tevlî nav refên gerîla bûm. Ji ber rihê dostaniyê ku min li nav hevalan dît û ji ber berpirsyariya li welatê xwe tevlî nav gerîla bûm. Dema ku nû tevlê bûm haya min ji nêzîkatiya PKK'ê ya gel nebû, her wiha têkiliyên xwe yên navmirovî çi bûn min ew jî nizanîbû. Tevlê bûm û dema perwerdehiya sereke gelek nakokiyên min ên sereke rû dan.Lê dema perwerdehiyê hîn bûm ku armanca sereke ya PKK'ê çiye, li ser kîjan hîmî û çawa perwerde dibe. Hemû zor û zehmetî çareser bûn. Ez bûme endamê vê tevgerê. Têkoşîna PKK'ê têkoşîna Rojhilata Navîn e.

Dema ku tevlê bûm, min negot Ereb im û çima di nav Kurdan de me. Ji ber ku ramana Rêber Apo û felsefeya wî li ser neteweya demokratîk ava bûye. Êdî di nav me de Ereb, Kurd, Tirk, Elman û ji her miletî dost hene. Ji ber vê jî ev tevger tevgera neteweyên demokratîk e. Di navbeyna neteweyan de ti cihêtî nîne. Ê ku li azadiyê digere û ji bo welatê xwe têkoşîneke fedayî dide dikare tevlê bibe. Rêber Apo ne tenê lîderê gelê Kurd, lîderê hemû gelan e ku li demokrasiyê digerin.”

ANF/BEHDÎNAN