Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku li herêma Zapê di çalakiyên gerîla de 3 dagirker hatine cezakirin.
HPG'ê got, "Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker ên li rojhilat û rojavayê Zapê dewam dikin. Di encama çalakiyên hêzên me de 3 dagirker hatin cezakirin. Di êrişên dijmin de hevrêyên me Zagros, Zana û Berxwedan şehîd bûn."
Li ser çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker de ev agahiyên berfireh hatin dayin;
Li herêma Rojavayê Zapê
28'ê Hezîranê saet di 10:35'an li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê, bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin. Ev çalakî ji aliyê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ve ji bo silavkirina 30'ê Hezîranê Roja Fedayîtiyê hate lidarxistin.
Li herêma Zapê
2'ê Hezîranê saet di 07:00 de artêşa Tirk a dagirker ji Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara ber bi Qada Berxwedanê ya Kokerê dest bi tevgerê kir. Di encama bombardûmana balafirên şer de hevrêyê me Zagros şehîd bû. Dagirkerên ku saet di 13:30'î de xwestin ji bejahî ve bi pêş ve biçin, bûn hedefa tîmên me yên bi tevger. Di encama vê derbê de herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin. Dagirkerên ku derb xwarin nekarîn bi pêş ve biçin û qedemeyekê vekişiyan. Saet di 15:00 û 20:00 de balafirên şer 4 caran bombe li qadê barandin. Qada çalakiyê bi şev jî 6 caran bi helîkopterên êrişê hate bombekirin. 23'ê Hezîranê ev qada çalakiyê careke din ji aliyê balafirên şer ve 2 caran hate bombekirin û di encama vê bombardûmanê de hevrêyên me Zana û Berxwedan şehîd bûn. Operasyona li rojhilatê Zapê ber bi qadên Şikefta Birîndara, Kokerê, Saca, Qada Berxwedanê ya Karker berfireh bûye û dewam dike. Agahiyên berfireh ên li ser nasnameya şehîdan wê piştre bi gelê me û raya giştî re bê parvekirin.
Êrişên artêşa Tirk a dagirker
28'ê Hezîranê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl carekê bi balafirên şer hate bombekirin.
28'ê Hezîranê li Zapê Qada Berxwedanê ya Sîda, li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê FM, Girê Amediyê û Girê Bihar, li Metînayê Qadên Serê Metîna, Golka û Gundê Şêlazê 115 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.
Artêşa Tirk a dagirker 28'ê Hezîranê êriş bir ser çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, hewl da tunelan bi kepçeyan hilweşîne."
BEHDÎNAN