Gerîla li Zagrosê agirê Newrozê pêxist

Şemî 25 Adar 2023 - 00:18

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi lidarxistina merasîman Newroz pîroz kirin.

Gerîlayên li çiyayên Kurdistanê Newroz pîroz kirin. Di merasîmên ku li Zagrosan hat lidarxistin de, gerîlayan Newroza Rêber Abdullah Ocalan, gerîlayên jin û mêr ên têkoşer, girtiyên li girtîgehan û ya gelê Kurd pîroz kirin.

Piştre gerîlayan agirê Newrozê vêxistin û govend gerandin.

Gerîlayên ku bi wesîleya pîrozbahiyan axivîn, anîn ziman ku gerîla wê rê nede dagirkeran û banga berxwedanê kirin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.