- Mûrat Karayilan ragihand li Bakur û Herêmên Parastinê yên Medyayê berxwedaneke dîrokî heye û got;’’3 sal in hewl didin Zapê bidest bixin. Dewleta Tirk êdî nikara li wir serwer be. Gerîlayên Kurdistanê wê biserkevin.’’
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ji radyoya Dengê Gel re nirxand.
Karayilan derbarê êrişên dawî yên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê ev nirxandin kirin:’’Cihê ku dijmin niha dixwaze lê tevgerê bike, ev herêm in ku par neçar mabûn vekişin. Yanî nekarî li wir bi cih bibe û di payîzê de vekişiya. Niha hinek leşkerên xwe li Girê Cûdî ku heval jê re dibêjin Şehîd Zagros, li cihekî vala danîne. Lê ew der di bin kontrola hevalan de ye. Piştî ku ew leşkerên xwe datînin û tevdigerin, heval li wan didin. Dîmen jî hene, derb li helîkopterê hate xistin. Xuya ye ew der ji dijmin re bûye cihekî ne aram. Ne bi tenê ew der, hemû eyalet wisa bûye. Heta niha li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê windahiyên hevalan tune. Roja ku tevgerê dest pê kir li Girê Ortê yê Metînayê û li ser xeta Tirvanîşê dijmin tevgeriya. Carinan xuya dibin û carinan winda dibin. Wisa dixuye ku dixwazin li wir jî hin cihan bigirin. Li gorî xwe taktîkekê dikin. Li wir şer çêbû dijmin carekê got 3 û carekê jî got 5 windahiyên gerîlayan heye. Ev derew e. Niha bi tenê têkiliya me bi hevalekî me qut bûye, derveyî vê di pêvajoya şer de li Metîna û Zapê tu windahiyên hevalan tune. Berxwedan didome. Dewleta Tirk êdî nikare li wir serdest bibe.
Serfirazî wê bê bidestxistin
Performansa hevalên li wir di cih de ye. Bi rastî çalakiyên hevalên me yên di 19 û 20’ê Tîrmehê ku beriya êrîşa dagirkeriyê hatin kirin û çalakiyên ku hevalan di 21’ê Tîrmehê de kirine, ji aliyê rêveberiya tevgera me ve hatibû pîrozkirin. Bi rastî asteke performansê ya hevalan heye.
Niha rewş ev e; tiştekî wisa nîne ku dijmin hemû deran bistîne û rewşeke wisa bi hêsanî jî wê pêk neyê. Ji ber ku heval bi hevsengiya ku afirandin û serweriya wan a li qadê, wê di nava şer de bêtir bi pêş ve bibin. Tecrubeyên par jî hene, wê sûdê ji van tecrubeyan werbigirin. Em bawer in wê heval li vir jî serfiraziyeke zelal bi dest bixin.
Sîxur ne mirov in
Karayilan di dewam nirxandina xwe de behsa şerê taybet û sîxurtiya ku li ser ciwanan tê ferzkirin kir û wiha got;’’Heke tu têkiliya mirovan ji axa wan qut bikî, tu wan ji exlaq dûr bixî û ji çanda wê dûr bixînî, ew kes wê ji mirovbûnê derkeve û bibe heywan. Yanî civak namîne. Wê her kes bikeve pey pere, xwarin û xwetêrkirinê. Niha dijmin dixwaze civaka me bîne vê astê. Jib ber vê ketiye pey ciwanan. Divê em welatparêzî û exlaqê civakî kûrtir bikin. Di civaka me de exlaq hene, kevneşopî hene; divê em wê biparêzin. Divê em ax, av, çand û zimanê xwe biparêzin. Beriya her tiştî divê kesên ku xizmeta nirxên vî gelî dikin, yên ji bo hebûn û azadiya vî gelî fedakariyê dikin bên parastin. Pêwîst e kesên ku di zindanan de ne, bên parastin. Dîsa gerîla û kadro werin parastin. Her gerîla kur an keça welatparêzekî ye. Di van salên dawî de dijmin ji bo ku civakê ji rastiya wê dûr bixe, giranî daye sîxurtiyê. Ger tu li dijî gel, ziman û çanda xwe sîxurtiyê bikî, ji bo çend dolaran giliyê gerîlayan bikî, li dinyayê û di dîroka mirovahiyê de tiştek ji vê rewşê rezîltir tune. Ev tişt bênamûsî û bêrûmetî ye. Divê civaka me li dijî ajan û sîxuriyê tevbigere û xwedî helwest be. Ne hewce ye ku kes ji bo vê yekê erkekê bide, ev karekî xwezayî ye. Divê hûn malbata xwe, eşîra xwe, gundê xwe biparêzin. Min şaş fam nekin, lê li Kurdistanê koçer hene. Koçer Kurdên herî sade ne. Naçin gelek bajaran; ew li çiyayan pez xwedî dikin, Kurdên sade û otantîk in. Mirov dikare ji wan bawer bike. Berê jî wisa bû. Lê niha em dibînin, di nava koçeran de jî sîxur bi rêxistin kirine. Ev di heman demê de ji bo koçeran – gelek ji wan welatparêz in- bangek e, bila her kes li ser malbat û mala xwe bisekine. Di bêrîka her kesî de telefon heye, hinek qels in wan dixin nav tora xwe. Dijmin jî di ser malbatên me yên şehîd disekine. Di nav malbatên me yên bi qîmet de kî herî qels be, dixwaze wan bixînin û bikin sîxur. Ji ber vê yekê divê her kes li ser xwe û li ser malbata xwe bisekine. Divê her kes paqij û dirust bimîne, divê tu kes xwe qirêjî neke.
NAVENDA NÛÇEYAN