- Heqî Armanc anî ziman ku li gel biryara agirbestê ya ji Sibatê ve jî êrişên dewleta Tirk bênavber dewam kirin û got; “Gerîla wê êrişeke bi tenê jî bêbersiv nehêle.”
Ji fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG’ê, Hakî Armanc di bernameya taybet a Stêrk TV´yê de mijarên di rojevê de nirxandin.
Hakî Armanc got, tevgera wan tevgereke mirovî ye û bi bîr xist ku piştî rûdana erdhejê ya li Bakurê Kurdistanê, bi biryara Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, wan biryara agirbestê daye.
Hakî Armanc li ser vê biryara KCK´ê got, “Biryareke di cih de bû û mirovî bû. Lê belê dewleta Tirk ev biryar jî bi rengekî cuda bi kar anî û êrişên xwe yên li ser Bakur, Başûr, Rojava, Mexmûr û Şengalê zêde kirin. Careke din eşkere bû ku dewlet û desthilatdariya Tirk para xwe ji mirovahiyê negirtine.”
Dewleta Tirk xitimîbû
Hakî Armanc bi bîr xist ku hingî gelek çalakiyên gerîla dihatin lidarxistin, dewleta Tirk xitimîbû, şert û mercên demsalê gelekî guncav bû, plansaziyeke wan a xurt ji bo çalakiyan hebû û got, “Piştî vê biryarê, me plansaziya xwe ya çalakiyan betal kir. Hem erdhej bû, hem jî gelê me û gelên Tirkiyeyê gelekî êş kişandin. Piştre jî ji xwe pêvajoya hilbijartinê dest pê kir. Lewma agirbest hate dirêjkirin û li me bû Hezîran. Di vê pêvajoyê de dewleta Tirk a faşîst û nijadperest careke din nîşan da ku di şer de israr dike.”
Noker wê hesab bidin
Ji fermandarên HPG'ê Hakî Armanc anî ziman ku dewleta Tirk van salên dawiyê êriş zêde kirine û got, “Nexasim jî Dersim û Botan, li her her devera Kurdistanê li ser xweza û çandê êrişên mezin têne kirin. Bi rêk û pêk daristanên Kurdistanê têne şewitandin. Li hin deveran bendav têne çêkirin, li hin deveran rê têne çêkirin, xwezaya Kurdistanê tê talankirin. Hin kes jî tevlî vê talankirina xwezayê dibin, bi dewleta Tirk re hevkariyê dikin. Em baş dizanin bê ew kî ne. Îhaleyan distînin, her roj sûcên xwe zêde dikin, hesabê vê yekê wê teqez bê pirsîn. Tê zanîn bê ev kes kî ne, ew bi xwe jî bi xwe dizanin.
Nebin amûrê destê dijmin
Gelê me yê Kurdistanê, nexasim xelkê me yê Botanê, divê li ber talankirina xwezayê rabe. Gelê me ji aliyê aborî ve tengav bûye, dijmin li Kurdistanê polîtîkayeke bi vî rengî dimeşîne. Divê gelê me teqez tevlî polîtîkaya dewleta Tirk a talankirina xwezayê nebe. Bêguman pirsgirêkên aboriyê hene, lê belê çi dibe bila bibe, divê nebe amûrek ji van polîtîkayên dijmin re.”
Agirbest firsend dîtin
Hakî Armanc careke din bi bîr xist ku dijminê Kurdistanê, yanî dewleta Tirk, agirbest ji xwe re kiriye firsend, keysa xwe li zêdekirina êrişan aniye û got, “Li eyaleta me ya Amedê 13 leşkerên dagirker hatin cezakirin. 4 hevalên me şehîd bûn. Li herêma Bagokê êrişên dijmin çêbûn. Hevalên me 8 dagirker ceza kirin. Di van êrişan de hevalê me Bahoz şehîd bû. Her wiha li Botan-Bestayê operasyonên mezin ên dijmin çêbûn. 7 hevalên me yên jin şehîd bûn, hevala Leyla jî di nav wan de bû. Di êrişa dawî de jî li 2 deveran şer qewimî, heval Rênçber, heval Bawer bi rengekî fedaî bersiv dan dijmin. Di vî şerî de, ji dijmin gelek hatin kuştin. Hevalên Şerger û Dilşêr şehîd bûn. Hevalên me li hemberî êrişan xwe parastin. Dewleta Tirk giraniyê dide ser êrişên bi teknîkê û hewayî. Her wiha bi rêya ajanan hewl dide cihê hevalên me tespît bike. Gerîla jî wê êrişeke bi tenê ya dijmin bê bersiv nehêle."
Hesabê êrişan tê pirsîn
Fermandar Hakî Armanc diyar kir ku li her derê dijmin êriş dike, gelê Kurd qetil dike û got, "Li Başûr, Rojava, Mexmûrê her roj êriş dike, şehîd tên dayin. Yanî plana qirkirinê di dewrê de ye. Li hemberî vê yekê jî ti wateya biryara agirbestê nema. Divê her kes rewşê bi vî rengî binirxîne. Ji niha û pê ve çalakiyên me wê dewam bikin. Hesabê êrişa li ser gelê me, hesabê şehîdên me, hesabê kuştina zarokên Kurd wê teqez bê pirsîn. Gerîlayên Kurdistanê li dijî faşîzmê wê li her derê bi rola xwe rabin.”
NAVENDA NÛÇEYAN