Gerdenê zêr ê ji dema Keltan mayî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 13 Nîsan 2024 - 00:30

Çanda Keltan çandeke qedîme  û pirr kevnar e. Keltî bi awayekî qebîleyan li ser erda Spanyayê belav bûbûn û di warê sinehetkariya kevir de pirr serketî bûn. Her wiha di warê zêr û ziberan de ango zînet de jî berhemên pirr xweşik li pey xwe hiştin. 

Nexasim jî zêr û ziber nîşaneya statuya Keltan bûn. Ji bo ku derbarê Keltan agahiyên hîn xurttir bi dest bixin ev zêr û ziber tim rê nîşanî lêkoleran dane. Bi saya van berhemên hunerî ku pirr xweşik in xelk hay ji Keltan û çanda wan çêbûye.

Li Spanyayê ji hêla karkerekî avê ve bi awayekî tesadûfî gerdenekî zêr ku ji wan re “torcs” dihat gotin hate dîtin. Ev gerden beriya 2 hezar 500 salî ji hêla Keltan ve hatiye çêkirin. Gerdenekî xweşik û bêhempa ye ku di heman deme de çanda kevnar ya Keltan jî nîşan dide.

Karkerê avê yê bi navê Sergio Marciandi di nav tehtan de ev gerdenê ku dibiriqî kifş kir. Paşê fam kir ku ew gerdenekî zêr û kevn e. Li gor zanyar didin zanîn ev gerden ji hêla xwediyê wî ve di depoyekê de hatiye veşartin û heta roja îro hatiye.

MADRÎD

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.