- Acîl Çîçek ev bêhtirî deh salan e ku li Elmanyayê ji bo wesayeta zarokên xwe têdikoşe. Bi ya wî meqamên Elman çavreşî avêtine wî û ji bo heyfê jê hilînin, bi ser wî de diçin.
Luqman GULDIVÊ
Acîl Çîçek bavê sê zarokan e. M. yê 15 salî, H. ya 14 salî û R. yê 10 salî. Ew tevî hevjîna xwe D. Çîçek û zarokên xwe li bajarê Elmanyayê Bad Schwartau yê nêzîkî Lubeckê dimîne. Ji 3,4 saliya M. ve serê malbatê bi meqamê dewleta Elman ê ji zarok û ciwanan berpirsiyar, Jugendamtê re di belayê de ye. Dadgeha Bilind a Eyaletê piştî bi gelek salan, welayeta kurê wan M. yê 15 salî li wan vegerand. Lê Jugendamtê dozekê ji ber kurê wan R. yê 10 salî biriye mahkema malbatê ji bo welayeta zarok ji malbatê bistîne. Di vê dozê de malbatê kampanyayeke îmzeyan jî di ser Change.orgê daye destpêkirin û miracaetî wezareta malbatê, ciwan û zarokan a federal dike. Hîna nû jî welayeta keça wî ya 14 salî bêyî ku berê malbat bê agahdarkirin û şêwrek pê re bibe, jê hat standin. Keça wî H. dibêje, birayê wê lê dixist û dê û bavê wê ser wê re nehatine, û carinan bavê wê jî lêxistiye. Bav vê îdîayê red dike, birayê wê jî bi nivîseke berfireh a ji dadgehê re vê îdîayê red dike û dibêje, em carinan bi hev diçûn.
Li gorî malbatê, Jugendamt (meqamê berpirsiyar ji ciwan û zarokan) û qismî Schulamt (meqamê ji dibistanan berpirsiyar) a deverê çavreşî avêtiye wan û ji ber vê yekê keça malê H. teşwîq kirine ku bi xwe biçe Jugendamtê û doza ji malbatê dûrxistinê bike. Malbatê, berê tevî derfetên kêm karîbû îsbat bike ku kurê wan M. zêde jîr e û li malê ti pirsgirêk û tehlûke ji bo zarokan nîne. Niha doza malbatê ji bo R. yê deh salî jî dewam dike. Lê malbat herî zêde bê xeber, bê şêwr û şîret ji wan stendina H.yê û biryara dadgehê ya ji wan stendina welayeta wê, xwe mexdûr dibîne. Li ser pirsgirêkan em bi bav Acîl Çîçek re peyivîn da ku karibe bi awira xwe behsa meseleyê û derdê xwe bike.
Kengî van meseleyan dest pê kir? Jugendamtê ji bo çi doza pêşî vekir?
Kurê min ê mezin [M.] hîna 3 salî bû, gava ku dest bi çûna baxçeyê zarokan kir, şêwazekî wî yê taybet hebû. Ji ber wê hingê Jugendamtê (Meqamê ji bo ciwan û zarokan ê dewletê) xwest, ji ber ku ji malbateke koçberan e (Migrationshintergrund) zarok di statuya seqetan de be. Ji ber wê heta sala 2017 û 2018´an astengiyan ji bo dewam kir.
Çima ewqasî dewam kir, ma ev bi xwe jî ne tadeyek e?
Ji ber ku gava diviya kurê min biçe dibistanê, rapor derxistin ku divê kurê min biçe dibistana miameleya taybet (Sonderschule - ji bo zarokên zehmet e ji bo wan hîn bibin). Min jî rapûor derxist ku kurik pirr jîr û biaqil e. Ez li ber Jugendamtê rabûm, min rapora wî ya zêde jîr e jî nîşanî wan de. Helbet zarokên zêde jîr jî pirsgirêkên wan di hin aliyan de hene. Lê wan qebûl nekir, xwestin kurê me li psîkyatriyê salekê razînin. Em li ber rabûn. Hingê rêxistineke mafê mirovan a bi navê Open Doors a Emerîkî, bi parêzeran pişta me girt. Em li ber Jugendamt û wezaretê rabûn. Ji ber ku em li devereke piçûçik in jî, hemberê me xwe hişk kirin. Di dawiyê de sala 2017´an welayeta zarok ji me standin sal û û nîvê. Min li ber xwe da. Min gelekî xwe êşand, min doz bire Dadgeha Bilind a Eyaletê û li wir bi dewa qizinç kir û biryara mehkema pêşî xira kir.
Ji bo Kurê te yê piçûk jî niha dozek çûye ber dadgeha malbatê, ew çi ye?
Kurê min ê deh salî [R.] otîst e. Me rapora wî ji Sozialpediatrisches Zentrum (Navenda Pedîatriya Civakî) derxist. Me rapora wî ya Sonderpädagogische Schwerpunkt -Otismus (Awira taybet a pedagojîk-otîzm) derxist. Em li malê bi îmkanên xwe ya ji destê me tê dikin ji bo perwerdekirina wî. Em dermankirina otîzmê û terapiya ji bo rehetkirina pedagojîk (heilpädagogische Therapie), û em wî dibin logopädieyê (alîkairya ji bo rast peyivînê) jî. Li malê diya wî û min me perwerdeya wî heta ji me hat misoger kir. Me materyalên dîjîtal jî bi biryaê wî yê mezin re hazir kirin. Gava nediçû mektebê, em homeschooling dikin yanî. Berî bi sê salan hîç nediaxivî. Zarokên otîst dereng dipeyivin. Niha bi sê zimanan dipeyive. Me doza heilpädagogische Förderung (teşwîq û desteka rehetkirina pedagojîk), lê ecêbek e me cih peyda nekir. Niha me têkilî daniye bi Înstîtuya Otîzmê re û hêvî dikin dermankirina otîzmê li wir em ji bo wî misoger bikin.
Keça te, te got, ji xafil ve bi tesîra meqamên Elman ji te dûr xistine. Ev çawa kirin, tu dikarî behsa wê bikî?
Herçî keça min e. hîna nû kete 14 saliya xwe. Beriya çendekê kurê min ji min re got, bavo, xwiha min ji me, ji çanda me, ji biyanîbûna me şerm dike. Min got, na tiştekî wilo nîne. Lê diya wê jî ji min re got, carekê wexta ku ji dibistanê derdikeve, liqayî dayika xwe dibe, lê nexwestiye pê re bimeşe, xwe jê dûr kiriye. Ez vê bibêjim, em li cihekî ne ku jê re bi Elmanî dibêjin, sozialer Brennpunkt (cihê pirsên civakî lê zêde), xerîb û feqîr pirr in lê.
Bi ser vê de jî pirsgirêkên ku meqamên Elman ji me re çêdikirin. Li malê em gelekî li ser van meseleyan dipeyivîn. Malûm e vê jî tesîr li zarokê kiriye. Li aliyê din jî, ji ber ku ji ber van meseleyên zarokên min ên din, ez li ber Jugendamtê rabûm, hem Jugendamtê û hem jî Schulamt (meqamê ji dibistanên destpêkê û navîn berpirsiyar) em nas kirin û çavreşî avêtin me. Ev der cihekî piçûk e. Par têkiliyên min bi mamoste û midûrê dibistana keçika min re pirr baş bûn. Lê niha mamoste guherîn. Ew ji bo pirsgirêkekê diçe cem mamoste, ew jî wê dişîne cem sozialarbeiter (xebatkarê elaqedarî pirsgirêkên civakî dibe). Di nava sê mehan de vî kesî ew şerma keça me jî dîtiye û pîlanek kiriye da ku keçikê ji me dûr bike. Wî kiriye ku ew biçe miracaetî Jugendamtê bike.
Erê ma sedemek nîne ku keçik behsa wê dike, mesela di belgeyên te ji me re şandî xuya dike ku keçik dibêje birayê min li min xistiye û bavê min ser min re nehatiye, heta wî jî li min xistiye…
Lêdan û şidet, tiştekî wilo nîne. Em li cihekî gelekî muhafezekar in ku asîmîlasyona biyaniyan dixwazin. Jixwe keçik jî dibêje vê, lê dibêje, ez ji malbata xwe nefret dikim. Ev jî ji ber wê şermê û nakokiya me ya bi Jugendamt û Schulamtê re ye. Wekî din hawîrdora wê ya civakî jî sedema sêyem e.
Ez bi xwe jî sozialarbeiter im. Gava pirsgirêk hebe, divê pêşî bi malbatê re bipeyivin, û heke pirsgirêk çareser nebe, hîna nû vê gava din divê biavêjin. Di îtîraza xwe ya mahkemê de jî me ev got. Lê ev 3 heyv in, Jugendamt bi hevkariya Schulamtê û sozialarbeiterê dibistanê re ev kiriye. Min berê ji midûrê dibistanê xwestibû, heger pirsgirêkek hebe pêşî me jî agahdar bikin. Lê nekirin. Ti pirsgirêkên keçika me nebûn. Bi ya min esasê meselê, ew heyfa xwe ji me dihilînin. Jixwe mehkema kurê min ê deh salî li Dadgeha Malbatê dewam dike.
Niha doza kurê te R. jî dewam dike, gelo ev ê tesîrê li wê dozê jî bike?
Ez ditirsim ku bi vê meseleya keçikê jî tesîrê bike li doza kurê min a deh salî. Di destê wan de di vê dozê de ti tişt nebû. Lê niha ji wan re ev bû îmkanek. Ji ber ku eynî dadgeh û hakim li dozê dinihêrin.