Gelo Fransa wê DAIŞ’iyan dadgeh bike?

În 11 Sibat 2022 - 22:24

  • Niha amadekariyên qanûneke nû li Fransayê hene û heger ev qanûn lê bibe, Fransa wê karibe sûcdarên şer û sûcdarên li dijî mirovahiyê, sûc li ku dera dinyayê hatibe kirin jî, li Fransayê dadgeh bike.

Niha amadekariyên qanûneke nû li Fransayê hene û heger ev qanûn lê bibe, Fransa wê karibe sûcdarên şer û sûcdarên li dijî mirovahiyê, sûc li ku dera dinyayê hatibe kirin jî, li Fransayê dadgeh bike. Rojname Şerq el-Ewsetê li ser vê qanûnê ev şirove kiriye: "Fransa gaveke girîng avêt, di warê bicihanîna peransîpa cezakirin û dadgehkirina sûcdarên sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê yên  li seranserî cîhanê bi taybetî yên li Sûriyê, li pêşberî dadgehên Fransayê.

Wezareta Derve ya Fransayê û Wezareta Edaletê daxuyaniyek dabû û tê de destnîşan kiribû ku qanûna bê, dê destûrê bide hikûmetê ku peymana hevkariya dadwerî ya di navbera Fransa û Neteweyên Yekbûyî (NY) de bê îmzekirin. Ev peyman girêdayî mekanîzmeya navneteweyî ya bêalî û serbixwe ye û taybet bi Sûriyê ye. Yanî, Parîs dê agahiyên li ber destê xwe veguhêzîne mekanîzmeya navneteweyî ku berê ev yek ne pêkan bû.”

Heger ev qanûn lê bibe, hingê Fransa wê karibe her wiha DAIŞ´iyên xwe yên di hepsên Rêveberiya Xweser de jî dadgeh bike.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.