- Li Fransayê doh polês derî û camên komele û malên Kurdistaniyan şikandin, bi rêbazên hişk û faşîzan 13 Kurd kirin nezaretê. CDK-F êrişa polêsan rûreş kir û banga piştgiriyê li siyasetvanan û civaka sivîl kir.
FEYYAZ BRUSK / MARSÎLYA
Li bajarên Fransayê Marsîlya, Parîs û Draguignanê, polês di heman wextê de bi ser komleya Kurdan û malên Kurdistaniyan de girt. Di van êrişan de polêsê Fransî 13 Kurdistanî kirin nezaretê. Gelek polês beşdarî van êrişên li dijî civaka Kurd bûn. Di biserdegirtinên li dijî NCDK a Marsîlyayê û de malan de polês deriyên malan şikandin û rêbazên faşîzan ji bo kirina nezaretê bi kar anîn.
Doh serê sibehê, li Marsîlyayê, polês avêt ser Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK), marketa li kêleka wê û malên Kurdistaniyan. Deriyê derve û deriyên odeyan ên komeleyê hatin şikandin, polês li tevahiya refên kitêban, dolaban geriyan, wan tişt avêtin erdê, û gêreyeke mezin çêkir. Li bajêr hemwext polês avêt ser malên 6 Kurdistaniyan jî. Li van malan jî helwêsta polês eynî bû. Polêsan kompûter, mekîneya fotokopiyê û hin belgeyên li NCDK´yê desteser kirin.
Çalakiya rûniştinê li ber komeleyê
Kurdistaniyên ku bi nûçeya serdegirtinê hisiyan, çûn ber komeleya xwe û li ber avahiya NCDK´ê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Wan rêya li ber avahiyê jî li çûn û hatinê girt. Wan tim û daim, sloganên "Erdoganê qatil, Erdoganê terorîst" got. Wan got, Fransa û dewleta Tirk ji bo krîmînalîzekirina Kurdan hevkariyê dikin û nerazîbûna xwe li dijî serdegirtinan nîşan da. Çalakiyê heta ku polês li avahiyê bûn dewam kir. Kurdistanî û dostên wan piştî saet 14:00´an çûn ber avahiya walîtiya Marsîlyayê û êrişên polêsê Fransî protesto kir.
Hevkariya we ya bi dewleta Tirk re bes e
Endamê NCDK a Marsîlyayê Yakup Aydemir li ser serdegirtinê got, "Sibehê, saet 6:30´î polêsan telefonî min kir û xwestin ez biçim komeleyê. Min got ez li kar im. Wan got, tu neçî, em ê te bi zorê bibin. Gava ez gihiştim, deriyê avahiya komeleyê şikandibûn. Wan deriyên li qata jor a komeleyê şikandibûn, û gelek cam jî. Pêşî kûçik berdan û paşê yek bi yek li odeyan geriyan."
Yakup Aydemir di dewamê de dibêje, "Min nerazîbûna xwe ji polês re got, min got, eva hûn dikin ne rast e." Wî bang li hikûmeta Fransî jî kir da ku "Hevkariya xwe bi Tirkiyeyê re" êdî bi dawî bike.
Li bajarê Draguignanê jî polês avêt ser mala Kurdistaniyekî. Li Parîsê jî polês avêt ser malan û 2 kes jî kirin nezaretê.
CDK-F: Bi ya Erdogan kirin
Konseya Demokratîk a Kurd a Fransayê (CDK-F) û Tevgera Jinên kurd li Fransayê (TJK-F) kirina nezaretê a 13 welatparêzên Kurd li Parîs, Marsîlya û Draguignanê rûreş kir.
CDK-F´yê got, "Di serdegirtinan de deriyên saziyên demokratîk ên Kurd û malên Kurdistaniyan hatin şikandin û polêsan mirov bi rêbazên faşîzan kirin nezaretê. Em vê helwêsta Fransayê rûreş dikin. Rêbazên Erdogan ên li dijî Kurdan, vê carê jî bûne yên hikûmeta Fransî li dijî Kurdan. Fransa welê dike, weke ku dostê Kurdan be, lê esas derketiye holê ku weke welatên din ji bo berjewendiyên xwe bi xebera Erdogan dike."
CDK-F: Têkoşîna me wê dewam bike
CDK-F´ê hevdîtina telekonferansê ya 2´yê Adarê ya di navbera Erdogan û Macron de bi bîrxist û got, ev êriş ne tesaduf in. Wê îşaret pê kir ku Fransayê di demeke welê de Kurd kirine nezaretê ku dewleta Tirk êrişên xwe yên li dijî Kurdan zêde kirine. CDK-F´yê di dewamê de got, "Çawa ku serokkomarê Fransayê jî gelek caran gotiye, li Fransayê dewleteke kûr heye. Ev neheqî û entrîka hemû ji ber wê ne. Girtin, lêgerîn, hewldanên krîmînalîzekirina Kurdan û çewisandina wan a îro li Fransayê, eynî weke miameleya bi Alfred Dreyfus re ye. Em ê gotinekê ji we re bibêjin: Em ê dev ji têkoşîna xwe ya rewa bernedin. Çawa dîrokê bêedaletiya di bûyera Dreyfus de ji bîr nekir, wê vê bêedaletiya kirêt jî ji bîr neke. Ji ber vê em bang li serokkomar Macron dikin da ku li vî welatê 300 hezar Kurd lê ne, siyaseteke rast a Kurd bi pêş bixe. Em bang li civaka sivîl û partiyên siyasî jî dikin da ku nerazîbûnê nîşanî vê neheqiya li Kurdên Frasanyê bidin.“
Li Roterdamê êrişa nijadperest
Li bajarê Elmanyayê Rotterdamê, faşîstên Tirk êriş bire ser avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd. 21´ê Adarê bi şev, çaxê ku kes li komeleyê nebû, êrişkarên faşîst cam û deriyên li pişta avahiyê şikandin. Wan hewl da bikevin hundirê avahiyê, lê nekarîn. Faşîstên Tirk li ser vê nameyeke gefxwarinê avêtin hundirê avahiyê. Di nameya gefxwarinê de wan got, "Vir biterikînin yan jî em ê bişewitînin". Êrişkaran li binê nameyê jî mohra "Utrecht ülkücü gençlik" danîne. Polês hat cihê bûyerê, lêpirsîn kir. Li cihê bûyerê xwîna li ser camên şikestî jî weke nimûne hat girtin.
ROTTERDAM