- DYE: Em ji Tirkiyeyê dixwazin ku provokasyonên xwe yên hesabkirî bi dawî bike.
Piştî ku dewleta Tirk eşkere kir ku ew ê bi keştiya xwe ya gerîna li çavkaniyên enerjiyê, karê geriyana li gaz û petrolê li rojhilatê Derya Spî dewam bike, nerazîbûna hevgirên wê yên di NATOʼyê de xwe careke din da der. Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Heiko Maas serdana xwe ya Enqerê betal kir. Pêr êvarî jî Wezareta Karê Derve ya Emerîkayê bi daxuyaniyekê, cara yekê helwêsteke nisbî zelal nîşan da: "Daxuyaniya Tirkiyeyê yek alî li herêmê tansiyonê bilind dike, û bi qest … destpêkirina muzakereyên destpêkê di navbera hevgirên NATOʼyê Yewnanistan û Tirkiyeyê de tevlîhev dike.
Gefxwarin, çavtirsandin û çalakiyên eskerî pirsgirêkan li rojhilatê Derya Spî çareser nakin. Em ji Tirkiyeyê dixwazin ku provokasyonên xwe yên hesabkirî bi dawî bike û tavilê hevdîtinên ji bo peydakirina zemînê muzakereyan bide destpêkirin."
WASHINGTON