Gelo bi êşkenceyê qetil kirin!

Duşem 3 Çile 2022 - 22:10

  • Aktîvîstekî ji Rojhilatê Kurdistanê ku li Hewlêrê ev du roj bûn agahî jê nedihate girtin, cenazeyê wî hate dîtin. 

Aktîvîstekî ji Rojhilatê Kurdistanê ku li Hewlêrê ev du roj bûn agahî jê nedihate girtin, cenazeyê wî hate dîtin. Li ser bedena aktîvîstê Kurd Ehmed Bêxem şopên giran ên êşkenceyê hebûn.

Aktîvîst Ehmed Bêxem ê ji bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê ku bi navê Heval Kejwan dihate naskirin, cenazeyê wî 31'ê Kanûnê li Hewlêrê hate dîtin.

Çavkaniyekî nêzî malbata Ehmed Bêxem diyar kir ku du rojan wan agahî jê nedigirt û polês telefonî malbatê kiriye û jê re gotiye Ehmed Bêxem miriye.

Çavkaniyê ku nexwest navê xwe eşkere bike, got, "Li ser bedena Ehmed, şopên êşkenceyê hebûn. Bedena wî şîn û reş bûbû û li gorî îdîayê, bi êşkenceyê hatiye kuştin."

Cenazeyê Ehmed Bêxem li Qeladizê bi lez hate veşartin. Li gorî agahiyên ku hêzên ewlekariyê dane malbatê, agahiyên têkildarî bûyera kuştinê, wê di nava 20 rojan de bi malbatê re parve bikin.

Ehmed Bêxem ê ji Rojhilatê Kurdistanê, di dema seferberiya Kobanê de çûbû Rojava û tevlî nav refên YPG'ê bûbû.

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.