• Li bereyên şer ên li Girêspî, Eyn Îsa, Zirganê Ciwan yekîneyên xweparastinê ava dikin, cotkar erdên xwe diçînin û xelk bang li hêzên garantor ên agibestê dike da ku bi erka xwe rabin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Eyn Îsayê bênavber dewam dikin. Gelê herêmê li dijî êrişan xweparastina xwe xurt dike, ji bo ku xak û bajarê xwe biparêzin, di bin sîwana QSD’ê de xwe perwerde dike û yekîneyên xwe yên xweparastinê ava dike. Li aliyê din xelkê Zirganê dixwazin Rûsya bi erka xwe ya garantoriyê rabe. Li Eyn Îsa û Girêspî jî cotkar bi çandiniyê li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin.
Ciwanên Kurd û Ereb ên ji Eyn Îsa û gundewarên wê, di bin banê QSD’ê de xwe perwerde dikin û li dijî dagirkeran bi hev re li ber xwe didin. Ciwan destnîşan dikin ku ew ê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk bi hev re bisekinin.
Ciwanê bi navê Hawar Şengal di nava yekîneya xweparastinê ya Eyn Îsayê de cihê xwe digire û diyar dike ku li hemberî zilma dewleta Tirk a dagirker a li herêmê bê deng namînin û wiha axivî: “Hevalên me yên perwerde dibin, tev jî niştecihên vê herêmê ne. Malbat û xizmên wan li van deran in. Hevalên me hemû zarokên vê xakê ne. Lewma jî parastina vê xakê mafek e. Da ku em li dijî dijminê dagirker û mêtinger bisekinin, gelê xwe û xaka xwe biparêzin, em xwe perwerde dikin. Bawerî û hêviya me xurt e, em xwedî li xaka xwe derdikevin.”
Kemal Ehmed jî destnîşan kir ku gelên Kurd û Ereb bi salan e bi hev re dijîn û wiha peyivî: “Ji bo ku em gelê xwe biparêzin û dewleta Tirk a dagirker ji xaka xwe derxin, em li vir in.”

Rûsya bila garantoriya xwe bike

Sivîlên gundên navçeya Zirganê gotin, hêzên Rûsya li hemberî êrişên domdar ên dewleta Tirk ên li ser gundên wan tiştekî nake û bang lê kirin ku rola xwe wekî dewleteke garantor bi cih bîne.
Omer El-Sacir ê ji gundê Dada Ebdal got, "Ez û malbata xwe di mal de bûn, ji nişkê ve dengê topan hat ku li ser me bi dijwarî bariyan, me xwe veşart, me nedikarî ji mal birevin, ji ber topbarana dijwar derfet tinebû ku em ji malê derkevin. Em ji mirinê filitîn, top li nêzî mala min diketin û parçeyên wê li dîwaran diketin."
El-Sacir îşaret pê kir ku hêzên Rûsyayê ku hêzên garantor li herêmê ye, li hemberî êrişên Tirkiyê tiştekî nake û mudaxele nake.
Ebdulhemîd Dawud jî da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker gundên sivîlan bi dijwarî topbaran dikin, di encama topbaranê de bi dehan mal wêran bûne.

Bi çandiniyê li ber xwe didin

Xelkê gundên navçeya Eyn Îsa yên li başûrê bajarê Girê Spî yên li eniyên şer ên bi dewleta Tirk a dagirker re, tevî şewitandina mewsima wan a par jî bi israr in zeviyên xwe biçînin, li aliyekî din jî Gerînendetiya Çandiniyê ya Girê Spî tevahiya pêdiviyên çandiniyê bi bihayên piştevan, pêşkêş dike.
Cotkarên Girê Spî û gundewarên wê pişta xwe bi pirranî didin çandiniya bejî, lê hinan jî bîr li nav zeviyên xwe kolandine û bi jenatoran zeviyên xwe av didin.
Rûbera zeviyên ruxsetkirî yên li Girê Spî yên îsal, 148 hezar û 290 donim avî û 319 hezar û 682 donim bejî ye.
Tewfîq Şiblî, der barê sedema çandina zeviya xwe ya îsal ya li gundê Sikêro yê li rex rêya M4, dibêje, "Çandinî bi xwe li hember dagirkeriyê berxwedanek e, xak ji bo me biha ye, em nahêlin û dê heta hezar carî jî bişewitînin, biçînin."
Li gorî bîlançoya Gerînendetiya Çandiniyê ya kantona Girê Spî, par zêdetirî 63 hezar donim çandiniya zivistanê bi sedema topbaranên bêserûber ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, şewitîn.
Gerînendetiya Çandiniyê ya kantona Girê Spî li gorî keşf û ruxsetan piştevaniya cotkaran dike. Hejmara ruxsetan ku heta niha hatine qeydkirin, 866 ji çandiniya avî re, ji her donimeke avî re 6 lître mazot, 25 kg ziblê ureya û 20 kg ziblê phosphat tê pêşkêşkirin, lê li gorî çandiniya bejî, 20 lître mazot ji her hêktarekê re tê dayîn.
Gerînendetiya Çandiniyê ya kantona Girê Spî di keşfên li ser zeviyên di eniyên şer de astengiyan dikişîne.

QAMIŞLO