- DEM-Partî: Tecrîda mutleq, pergaleke birêvebirinê û dorpêçeke îdeolojîk-polîtîk e. Ev dorpêç, çaresernebûna meseleya Kurd kûrtir dike. Weke DEM Partiyê em dibêjin, heta tecrîd ji holê tê rakirin, em ê têkoşîna xwe roj bi roj mezintir bikin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di navbera 15-16’ê Kanûnê de civîna Meclisa Partiyê (MP) li dar xist û encamnameya civînê parve kir. Di encamnameya bi sernavê “Bi lihevkirina bajêr, gel wê bi rê ve bibin” de Dem Partiyê got, di civînê de bûyerên li Rojhilata Navîn, krîzên li Tirkiyeyê, pirsgirêka Kurd, tecrîd û hilbijartinên rêveberiyên herêmî hûr û kûr hatine nirxandin.
Di encamnameyê de hat diyarkirin ku nexşerêya hilbijartinên rêveberiyên herêmî derketiye holê û encamnameyê wiha dewam kir: “Em dikevin meha dawî ya sala 2023’yan û di tevahiya salê de êş û mirin bû para gelê me. Li rexê din jî derdorên alîgirên desthilatê, di nava luksê de jiyan. Kîjan serdemê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd çareseriyên demokratîk hatibin paşguhkirin û tundî û zext esas hatibin girtin, welat her tim ketiye nava krîzên siyasî, civakî, aborî û ekolojîk. Di sedsala 21’ê de êdî ti bingehê înkarkirina gelê Kurd, mafên wan ên kolektîf û îradeya siyasî nemaye. Tecrîda mutleq a li Îmraliyê li birêz Abdullah Ocalan tê ferzkirin, bi polîtîkayên agahînegirtina mutleq tê domandin. Tecrîda mutleq, pergaleke birêvebirinê û dorpêçeke îdeolojîk-polîtîk e. Ev dorpêç, çaresernebûna meseleya Kurd kûrtir dike. Weke DEM Partiyê em dibêjin, heta tecrîd ji holê tê rakirin, em ê têkoşîna xwe roj bi roj mezintir bikin.”
Mijarên sereke
Hin sernavên di civînê de derketin pêş ev in:
* Em amade ne ku bi her kesî re muzakereyan bikin, heger ew demokrasiya herêmî, lihevkirina demokratîk, siyaseta azad, mafên mirovan ên gerdûnî û polîtîkayên azadîxwaziya jinê esas digirin.
* Ji bo ku em dîsa bi vîna gel bi rê ve bibin, bi stratejiya xwe, em ê şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin ji wan bistînin. Li gel vê, em ê li şaredariyên gelek bajar, navçe û bajarokên ku me di rêveberiyên wan de cih nedigirt, bi ser kevin û gelê xwe ji nelirêtiyan, ji şebekeyên rantê û ji kesên nasnameya me înkar dikin, rizgar bikin. Ji bo ku vê armanca xwe em pêk bînin jî em ê li ser navê partiyê tifaq û şirîkatiyan ava bikin.
* Li bajarên rojavayê Tirkiyeyê jî em ê bi her dînamîka civakî û siyasî ya ku wan bajaran ava dikin, bi her sazî û rêxistinên karker, kedkar, ekolojîst, jin, ciwan, gel û baweriyan re, bi partiyên siyasî, rêxistinên ked û pîşeyî, bi welatiyên xwedî wijdan û demokratîk, bi her aliyê civakî û aktorê siyasî re hevdîtinan bikin, muzakereyan bikin û hewl bidin li ser bingehê Lihevkirina Bajêr xwe birêxistin bikin.
* Mîna her partiyeke siyasî ya serbixwe dike, di civîna me ya Meclîsa Partiyê de derket holê ku di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de meyla ku em bi namzet û lîsteyên xwe bikevin rêveberiya bajêr, hêj xurttir bû. Di çarçoveya meyla di civîna Meclîsa Partiyê de derketiye holê, di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de raye daye Desteya Rêveberiya Navendî û Hevserokên Giştî da ku tişta pêwîst were kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN