Gel qeyûm qebûl nake
Pêncşem 5 Kanûn 2024 - 02:25
ROZA METÎNA / AMED
Gulistan Atasoy a di Lijneya Rêveberiyên Herêmî de cih digire, da zanîn tayinkirina qeyûman ne rewa ye û got:"Ev ne rewa ye. Gelê me her tim li ser sindoqan îradeya xwe diyar kir û diyar kir ku ew tu carî qeyûman qebûl nakin, lê tevî vê yekê jî ev israr, ev bêhiqûqî, ev zilm û faşîzm didome."
Di 4’ê Mijdarê de qeyûm tayînî şaredariyên Bajarên Mezin ên Êlih, Mêrdîn û Xelfetiya Rihayê hatibûn kirin. Di 21’ê Mijdarê de qeyûm tayînî Şaredariya Dêrsimê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de hat kirin. Beriya qeyûm tayîn bikin, rûniştina doza Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak hat dîtin. Di danişînê de 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Cevdet Konak hat birîn. Dîsa di 29’ê Mijdarê de qeyûm tayînî şaredariya Miksê ya Wanê hat kirin.
Gulistan Atasoy a di Lijneya Rêveberiyên Herêmî de cih digire, têkildarî tayinkirina qeyûman nirxandin kir.
Gel qeyûm qebûl nake
Gulistan Atasoy da zanîn qeyûm nîşaneya rejîmeke despotîk e û wiha got:"Berî her tiştî, divê were gotin roja ji bo tayînkirina qeyûman hatî hilbijartin 4'ê Mijdarê ye. Ev jî îspata wê yekê ye ku di polîtîkaya sed salî ya Kurd a dewletê de tiştek neguheriye. Û mafê dengdanê û hilbijartinê jî nas nake. Lêpirsînên keyfî yên li dijî îradeya kesên hilbijartî heye û bi îdiayên bêbingeh hewldana sûcdarkirinê heye. Ev ne rewa ye. Gelê me her tim li ser sindoqan îradeya xwe diyar kir û diyar kir ku ew tu carî qeyûman qebûl nakin, lê tevî vê yekê jî ev israr, ev bêhiqûqî, ev zilm û faşîzm didome. Desteserkirina îradeya gel a bi rêya qeyûman ji bo sê dewreyên li pey hev nîşaneya rejîmeke despotîk a li wî welatî ye û tu mafên welatîbûnê li wî welatî li gorî destûrî tune ne."
Qeyûm kûrkirina asîmîlasyonê ye
Gulistan Atasoy diyar kir ku qeyûm li dijî hêza siyaseta demokratîk a Gelê Kurd e û wiha dewam kir:"Pir eşkere ye ku desthilata siyasî mafê hemwelatîbûna Kurdan a destûrî qebûl nake û qebûl nake ku gelê Kurd ti mafên ku bi destûrê hatine garantîkirin bi kar bîne. Ji ber vê yekê şaredariyên ku partiya me bi îradeya gel bi dest xistine, bi darê zorê bi destê darazê dixin bin fermana xwe. Tayinkirina qeyûman kûrkirina asîmîlasyona çandî û tinekirina hêza siyaseta demokratîk a Gelê Kurd e."
Ev polîtîkayeke qetlîamê ye
Gulistan Atasoy da xuyakirin ku desteserkirina sîyaseta demokratîk a Kurdan li dijî aştî û azadîya bi rûmet e û wiha bi dawî kir:"Nûnertiya wekhev a jinan a di mekanîzmayên biryardayînê de ji bo îdeolojiyên wan ên zayendperest tehdîd e. Ev encama hewldanên înkar û asîmîlasyonê yên 100 salî ye. Ji ber vê yekê li şaredariyên ku qeyûm hatin tayînkirin, zimanê kurdî ji holê rakirin, kreş hatin girtin û hemû xizmetên ku ji bo jinan û ji bo Gelê Kurd dihatin dayîn betal kirin. Ev zîhniyeta talanê xwe berpirsyar dibîne ku her tiştê ku bi kêrî gel tê tine bike. Ev polîtîkayeke qetlîamê ye ku êdî bi argumanên ne rewa ji xwe li ser desthilatdariyê bihêlin, dixin meriyetê. Lê belê divê êdî qebûl bikin ku gelê Kurd xwedî paşxaneyeke xurt a siyasî û têkoşînê ye. Desteserkirina sîyaseta demokratîk a Kurdan li dijî aştî û azadîya bi rûmet e."