• Li Amedê Kurd bi xwe çûn bi hewara xwe ve. Wan tevî civaka sivîl û HDP´ê bi maseyên krîzê û navendên alîkariyê birîn pêçan. 

Li Amedê ku bandoreke giran a erdhejê lê bû, hejmara miriyan bû 92 û ya birîndaran jî bû 874. Dewleta Tirk xizmetên bingehîn ên star û xwarinê misoger nake. Lê xelkê bajêr bi derfetên xwe û bi saya rêxistinên civaka sivîl birînên xwe dipêçe. 

Li navçeya Bazarcixê ya ser bi Mereşê, bi şiedeta 7,7’an û li Dîlokê jî bi pileya 7,6´an pêr erdhej çêbûn. Erdhejan, bandoreke giran li Amedê jî kir. Di encama erdhejan de li Amedê hejmara kesên jiyana xwe ji des dan bû 92 û ya birîndaran jî bû 874’an. Li seranserî bajar 23 avahî hilweşiyan û hejmara kesên di bin xirbeyên avahiyan de nayê zanîn. Dewleta Tirk serê xwe ji xelkê bajar neêşand û lê gel bi derfetên xwe û bi rêya piştevaniyê, pêdiviyên xwe pêşwazî dike. Dewleta Tirk xizmetên sereke yên star û xwarinê nade. Gel û rêxistinên civaka sivîl bi rêya piştevaniyê, birînên xwe dipêçin. 

 

Ciwan bi hewarê ve çûn

Bi taybetî jî ciwanên li bajar, seferber bûne. Koma Barîkatê ya Amedsporê, Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê û Maseya Krîzê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hewl dide pirsgirêkên gel çareser bikin. Torên piştevaniyê ji hêlekê ve hewl didin ji bo mexdûrên erdhejê cihên hewînê peyda bikin û li hêla din jî hewl didin pêdiviyên weke şorbe, nan, av, xurek û hwd. pêşwazî bikin. 

Kesên ku li Navenda Koordînasyona Erdhejê ya Koma Barîkatê ya Amedsporê, bi dilxwazî dixebitin. Ew ji me got, “Ji kêliyên ewilî yên erdhejê ve, me navenda koordînasyonê ava kir. Febrîkeya tekstîlê ya SCM ku li Tekstîl Kentê ye, me weke navenda koordînasyonê diyar kir. Di roja ewil de me alîkarî da 5 hezar kesan û ji bo 2 hezar kesan betanî peyda kirin. Îro anku di roja duyemîn de jî em li qadê ne. Em weke 10 koman hewl didin xwe bigihînin her devera bajar. Armanca me ya îro ew e ku xwe bigihînin 10 hezar mexdûrên erdhejê û alîkariya xurek û cilûbergan bidin wan. Weke ciwanên Amedê em hewl didin birînên xwe, xwe bi xwe derman bikin. Em bi azweriyeke mezin dixebitin û vê alîkariyê bi îradeya xwe û piştevaniya karmendan dikin.” 

 

Civaka sivîl pêşengî kir

Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Zîraetê (ZMO) ku yek ji pêkhateyên Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ye Abdulsamet Ucaman jî da zanîn ku ji kêliyên destpêkê ve maseya krîzê ava kirin û wiha got: “Me tavilê dest bi xebatan kir. Me ji kêliyên destpêkê ve li gel gelek sazî û dezgehên bajar re xwe organîze kir. Nêzî 180 adên kombûnê hatin avakirin. Her wiha cihên ku gel bikare bi şev lê bimînin hatin nirxandin. Li van qadan em taştê û şîvê didin. Tevahiya van qadan bi derfetên gel hatin avakirin.”  

Ucaman, got ku ew kesên xwe digihînin wan arasteyî qadên kombûnê dikin û ev tişt anî ziman: “Piştre jî em pêdiviyên wan ên xurek û pêdiviyên din pêşwazî dikin. Jixwe pir eşkere ye ku hejmara komên xebatên lêgerîn-rizgarkirinê pir kêm e. Me hewl da ekîpment û wesayîtên kar jî bişînin deverên hilweşiyayîn.” 

 

HDP koordînasyonê dike

Rêxistina HDP’ê ya Amedê jî ji kêliya destpêkê ya erdhejê ve maseya krîzê ava kir û alîkariyê dide gel. Maseya krîzê têkildarî rewşa heyî got, “Hem li herêmên erdhejê û hem jî welatiyan gelek zêde telefon kir. Gelemperî jî digotin, alîkarî pirr kêm tê kirin yan jî qet nayê kirin. Bi sedan kesan ji bo xwarin, av, betanî û cil û bergan telefon kirin. Me jî hewl da di çarçoveya derfetên xwe de jê re bibin alîkar. Me torek ava kiriye ku bi taybetî jî di mijara xwarinê de bi rêk û pêk dixebite. Xelkê Amedê xwe bi xwe, bi îradeya xwe xwe li ser pêyan digire. Her kesê ku dixwaze alîkariyê bike û yên pêdiviya wan bi alîkariyê heye em arasteyî avahiyên me yên bajar û navçeyan ên herî nêz dikin.”