Gefên rejîmê bi grevê nikarin

Pêncşem 8 Kanûn 2022 - 01:22

Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ev sê meh in bênavber dewam dike. Pêr di roja sêyem a greva giştî ya vê hefteyê de li seranserê bajarên Rojhilatê Kurdistan û gelek bajarên Îranê grev dewam kir. Di roja sêyem a greva giştî de li bajarên Urmiye, Sine, Kirmaşan, Sine, Seqiz, Bane, Kamyaran, Dolan, Dîwander, Merîwan, Bokan, Mihabad, Urmiye, Ciwanro, Pawe, Rewanser, Kirmaşan û gelek bajarên din bazar nehatin vekirin û kes neçû ser kar.

Dewleta Îran ji bo dawî li grevê bîne ketiye nava hewldanan, tevî gef û êrişan jî dikandaran dikanên xwe venekirin. Bi fermana pasdarên Îranê çûn û hatina kel û pelan a li xalên sînorê yên bajarê Ciwanro, hate rawestandin. Bi vê yekê Îran dixwaze ambargoyê li ser Ciwanro ferz bike.

Li bajarê Mehabadê, çileyê hin ji şehîdên xwepêşandanan, bi tevlêbûna sedan kesan pêk hat. Welatî li heman bajarî pêr bi şev daketin qadan û nerazîbûna xwe anî ziman.

Li gelek herêmên Tehranê xwepêşandan û çalakî hatin lidarxistin. Li Bender Enzelê li dijî kuştina xwepêşanderekê welatî daketin qadan û xwepêşandaneke mezin pêk hat. Ji bilî dikandar û bazirgananan, beşeke mezin a zanîngeh û navendên xwendinê jî tev li greva giştî bûn. Li vir hêzên Îranê êrişî xelkê kir. 

Pêr beşek ji xwendekarên zanîngehê yên Rojhilat û Îranê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku serhildana ‘Jin jiyan azadî’ wê dewam bike. Xwendekaran ragihand ku şoreşa wan, şoreşa ‘Jin jiyan azadî’ye, ji bo dawîlêanîna bêedaletiyê, wê têkoşîna xwe dewam bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.