Gazinek

Nûçeyên Forum

Pêncşem 18 Mijdar 2021 - 23:32

  • Li çar aliyên welatê me ji destpêka sedsala 20'an ve êrişên qirkirinê yên dewletên Îran, Tirkiye, Sûrî û Iraqê pêk tên.

SELMAN  ASLAN

Li çar aliyên welatê me ji destpêka sedsala 20'an ve êrişên qirkirinê yên dewletên Îran, Tirkiye, Sûrî û Iraqê pêk tên. Van êrişan berê bi milyonan Kurdî daye derveyî welêt. Helbet ber bi salên 1960'î ve ji bo Bakurê Kurdistanê rewşeke cuda derket holê. Di serî de Elmanya, dewletên Ewrûpayê ji Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê karker dibirin welatê xwe. Ev ji bo Kurdên xwedî pîşe deriyekî debarê bû. 

Piştî salên 1980'yî dewleta Tirk êdî berê Kurdan ne ji bo kar, bi zext û êrişan da Ewrûpayê û welatên din. Di serî de Elmanya, Swêd, Fransa û Holanda, Kurd li gelek welatan weke penaber bi cih bûn. Lê herî zêde jî li Elmanya, Fransa, Holanda û Belçîkayê. Helbet ji ber pirsgirêkên cuda û nêzîkatiya li penaberên Kurd ên PKK'yî ji aliyê van dewletan ve, bi hezaran Kurd dehê salan bênasname man û li navbera van her çar welatan çûn û hatin. 

Çi malbatên Kurd ên welatparêz dema ji ber zext û êrişên dewleta Tirk a dagirker ji neçarî berê xwe didan Ewrûpayê, ev welat navendên wan bûn. Piştî zor û zehmetiya di rêya koçberiyê de, Kurdan çawa xwe digihand Ewrûpayê, beşdarî çalakiyên cihêreng ên ji bo azadiya welatê xwe dibûn. Di nava kar û xebatan de bi awayekî aktîf cihê xwe digirtin. Ji ber vê yekê, Ewrûpa bû saheyeke navendî ya têkoşîna Kurdan a ji bo azadiyê. Yanî Kurdan dema berê xwe dida Ewrûpayê, berê xwe dida meydaneke din a têkoşînê. 

Bi bicihbûna li van welatan, wan xwe dûrî têkoşîna xwe nedikir. Di dehan saziyên ragihandinê, alîkariyê, civakî û komeleyan de cihê xwe digirtin. Berê xelkê din li rehetiyê li pereyan bû, lê berê Kurdên welatparêz li barê nû yê têkoşînê bû. 

Mixabin di van salên dawî de çi ji ber şerê taybet ê dewletên dagirker û çi ji ber polîtîkayên Ewrûpayê, ev armanc guherî.

Êdî hin Kurdên li welatê xwe bi "welatparêzî" radibûn û dihatin naskirin, bi gotina "em ê berê xwe bidin filan welatî, êdî rehetî jî heqê me ye" tevgeriyan. Ez ê li vê derê navê vî welatî nebêjim. 

Helbet li wê derê çalakî jî tên lidarxistin, lê divê bê qebûlkirin, ku ev têkoşîn tenê bi beşdariya li çalakiyan yan jî alîkariya aborî naçe serî. Li Ewrûpayê bi dehan saziyên aktîf kar dikin ên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê hene. Di van sazî û dezgehan de timî hewcedarî bi kar û xebateke bênavber heye. Çiqas xebatkarên xwe zêde bin, timî hewcedarî bi xebatkaran heye. Çand û huner, dîplomasî, ciwan, jin, ragihandin, siyaset û hwd. 

Em ji neçarî dûrî welatê xwe dikevin û ev yek ne bi daxwaza me ye. Em li welatê xwe xwedî nav û nasnameyeke welatparêziyê ne. Ê naxwe çima devera ku em berê xwe didinê, dîsa bi wî nav û nasnameyê ranebin? Çima em xwe ji qadên aktîf ên têkoşînê dûr bihêlin? Li welatê me şer û êrişên qirkirinê hebin, çima em li vê derê li rehetiya xwe bigerin?

Çawa gerîlayek bi mehan karibe di tuneleke şer de bi derfetên pir kêm mucîzeyan biafirîne, li tîbûn û birçîbûnê nefikire û em bi jiyana xwe ya rojane dakevin? Helbet gelek gelek pirs hene, divê mirov bike, lê ya herî girîng ew e ku em bipirsin; gelo wijdanê me rehet e?

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.