- Ji bo protezan ji xaziyên şer re li Rojava çêke navendeke tenduristiyê tê çêkirin. Medico Internationalê ji bo desteka madî bang kir.
Li Qamişloyê ji bo çêkirina protezan ji bo kesên di şer de birîndar bûne û seqet mane, navendeke tekûz a sihet û tenduristiyê tê çêkirin. Li vir ji bilî protezan wê dermankirina bi fîzyoterapî û desteka derûnî jî bê kirin.
Li gorî ji hevkarên projeyê Medico Internationalê li Rojava qederê 5 hezar mirovan hene ku pêdiviya wan bi navendeke wisa heye. Ji ber taktîqên şer ên çeteya DAIŞ'ê gelek kes seqet bûbûn.
Medico International a ku navenda wê li bajarê Elmanyayê Frankfurtê ye, ji bo vê projeyê banga alîkariyê kir. Ji bo vê kampanyayê jî şîara "Gavên ber bi siberojeke adiltir ve" bijart.
Medico International bi bîr dixe ku ev projeyeke Heyva Sor a Kurd e ku ew jî partnerê wê ne; û bi vê projeyê ew mafê mirovan ê ji bo tenduristî û sihetê xurt dikin. Di encama projeyê de medico hêvî dike ku encamên şer, nexasim êş û azar sivik bibin.
Kesên dixwazin, dikarin di ser malpera Medico Internationalê re bêşa xwe bidin û tevlî vê kampanyayê bibin.
Malpera Medico Internetional ji bo bêşdayînê
FRANKFURT