• Dema çeteyekî li rojavayê Hesekê mayin diçand, mayin pê de teqiya û hate kuştin.

Dema çeteyekî li rojavayê Hesekê mayin diçand, mayin pê de teqiya û hate kuştin. Her wiha Hezên Ewlekariya Hundirîn jî motorsîklêteke bombebarkirî îmha kir.

Li rojavayê Hesekê 2 teqîn çêbûn. Yek dema çeteyekî li gundê Hawze yê li ser rêya Çiyayê Kizwanan diçand, pê de teqiya.

Di heman demê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî motorsîklêteke bombebarkirî îmha kir ku heman çeteyî bi kar dianî. Di encama her du teqînan de ji derveyî kuştina çete, ti zirar çênebû.

ANHA/HESEKÊ