• Wezîr Darmanin îddîa kir ku kolektîfa  ‘Serhildanên Dinyayê,  ‘Di bin navê parastina hawîrdorê de şidet jî tê de sabotaj û xisara madî teşwîq dike.’

Hikûmeta Fransayê tevgera derdorparêz a bi navê Les Soulèvements de la Terre (SLT) fesx kir. Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Gerald Darmanin ragihand ku di civîna Lijneya Wezîran de kolektîfa ‘Serhildanên Dinyayê’ hatiye fesxkirin.

Wezîr Darmanin îddîa kir ku SLT ‘Di bin navê parastina hawîrdorê de şidet jî tê de sabotaj û xisara madî teşwîq dike.’

SLT wekî kolektîfeke fîîlî Çileyê 2021’ê hate avakirin û li dijî desteserkirina eraziyan bû. Kolektîf li dijî ‘hewzayên mega’, otoban û projeya xeta trêna bi lez a Lyon-Torînoyê têdikoşiya.

Kolektîf li dijî binesaziyên îndustriyel ên ku derdorê qirêj dikin, îtaetnekirina sivîl û sabotaj dikirin.

Sêşema bihurî di çarçoveya lêpirsînekê de 14 kes hatibûn girtin. Serokê mixalefeta çepgir Jean-Luc Melenchon nerazîbûna nîşanî hikûmetê dabû ji ber ku ew van çalakvanan wekî ‘terorîst’ dîtin.

PARÎS