• Mîrnişîn 80 balafirên şer û 12 helîkopteran ji Fransayê dikirin. 

Mîrnişîn 80 balafirên şer û 12 helîkopteran ji Fransayê dikirin. Qesra serokkomariya Fransayê Elyse ragihand ku Mîrnişînên Yekbûyî yên Ereb û Fransayê ji bo kirîna 80 balafirên şer ên 'Rafael' û 12 helîkopterên 'Caracal' peymanek îmze kiriye. 

Serokê Fransayê Emmanuel Macron doh çû Îmaratê, her wiha dê piştre berê xwe bide Qeter û Erebistana Siûdî jî. Armanc ji serdanê ew e ku hevkariyê, bi taybet di warê aborî de, xurt bike.

Wezîra artêşê ya Fransayê, Florence Parly jî peyman weke “peymaneke dîrokî” bi nav kir.

PARÎS