Wezareta Karên Derve ya Fransayê di daxuyaniyek de diyarkir ku di rojên borî de wan bi hevkariya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, 10 jin û 25 zarokên malbatên DAIŞ’ê ji nava Kampa Hol vegerandine Parîsê.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku zarokên hatine vegerandin ji bo peydakirina pêdiviyên wan ên civakî radestî saziyên peywendîdar hatine kirin. Jin jî radestî saziyên dadwerî û saziyên peywendîdar hatine kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de jî Wezareta Karên Derve ji ber alîkariyê, spasiya xwe ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê re aniye ziman.

Hêjayî bibîrxistinê ye beriya niha jî Fransayê beşek ji hemwelatiyên xwe yên ku malbatên çeteyên DAIŞ’ê ne, ji nava Kampa Hol a li Rojavayê Kurdistanê vegerandibûn. Hîna jî gelek hemwelatiyên Fransayê li nava Kampa Holê de mane.

NAVENDA NÛÇEYAN