Fransa piştgirê Xweseriyê ye

Çarşem 21 Tîrmeh 2021 - 05:08

  • Heyeta Rêveberiya Xweser 19ʼê Tîrmehê roja Şoreşa Rojava bi Serokkomarê Fransayê Macron re rûnişt. Yek ji endamên heyetê Bêrîvan Xalid da zanîn ku Macron piştgiriya xwe ya ji bo Rêveberiya Xweser aniyê ziman.

Heyeta Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî 19ʼê Tîrmehê roja salvegera Şoreşa Rojava bi Serokkomarê Fransayê Macron re rûnişt. Navenda Çapemeniyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku heyeta Rêveberiya Xweser bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re hevdîtin kiriye.

Di daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya Rêveberiya Xweser de hate gotin, Hevseroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid û Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Dêra Zorê Xesan El Yûsif bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re rûniştin.

Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de li gel rewşa siyasî ya li herêmê bi taybetî krîza Sûriyeyê, her wiha pêşniyarên çareseriyê hatin nirxandin. Di hevdîtinê de li ser rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û modela wê ya rêveberiya demokratîk nîqaş hatin kirin û ambargoya li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hate guftûgokirin.
Heyetê têkildarî têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê agahî da Macron û jê re qal kir ku girtina deriyên sînor bandoreke neyînî li herêmê dike.

Li ser daxwaza Fransa çûne

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid der barê hevdîtinê de ji ajansa ANHAʼyê re axivî û got: “Serokatiya Fransayê bi awayekî fermî daxwaznameyeke serdanê ji bo Rêveberiya Xweser şand." Bêrîvan da zanîn ku beriya demekê ev daxwazname ji wan re hatiye rêkirin. Li ser vê çûne Fransayê û ev agahî dan: “Serokê Fransayê, şêwirmendên serokatiya Fransayê û rayedarên payebilind ên hikumeta Fransayê tev li hevdîtinê bûn.”

Bêrîvan Xalid piştrast kir ku wan di hevdîtinê de bûyerên dawî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di warê siyasî, civakî, ewlehî, aborî û têkoşîna li dijî DAIŞ`ê de nîqaş kirine û got: "Serokê Fransayê jî di hevdîtinê de eşkere anî ziman ku heta ewlehî û aramiya li Sûrî û hevahî herêmê pêk tê, ew ê piştgiriya Rêveberiya Xweser bikin." 

Her wiha Bêrîvan Xalid anî ziman ku serokatiya Fransayê diyar kiriye ku ew ê destekadayîna leşkerî û aborî ya ji bo herêmên Rêveberiya Xweser berdewam bikin. 

Hêjayî bi bîr xistinê ye, hevdîtina Şandeya MSD`ê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 19`ê Tîrmehê salvegera şoreşa Rojava bi serokê Fransayê Emmanuel Macron re civiya.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.