• Polêsê Nahel kuştî, piştî bûyerê hate binçavkirin lê hêrsa civakê mezin bû û dest bi çalakiyên protestoyî kir.

Polêsê Fransayê, sêşema bihurî, ciwanê bi navê Nahel M. yê 17 salî li paytext Parîsê dema ku wesayit diajot rawestand û bi hinceta ku guh nedaye hişyariya raweste, ew ciwanê 17 salî kuşt.

Bûyerê li banliyoya Nanterre ya Parîsê rûdabû. Polêsê Nahel kuştî, piştî bûyerê hate binçavkirin lê hêrsa civakê mezin bû û dest bi çalakiyên protestoyî kir.

Ji wê rojê ve li seranserî Fransayê çalakiyên protestoyî didomin. Heta niha bi dehan wesayît, tramwayek û qereqoleke polêsan, gelek cih ji aliyê çalakvanan ve hatin şewitandin.

Pêr jî buyerên şewitandinê li herêmên Parîs, Lyon, Toulouse û bakurê welêt û li gelek cihan dewam kir.

Heta niha 667 kes hatine binçavkirin. Li Clamart a li herêma Hauts-de-Seineyê tramwayek hate şewitandin. Li Lille, Roubaix, Mons-en-Baroeul û Valenciennesê avahiyên cemaweriyê hatin şewitandin. Tê gotin xisareke mezin heye.

 

Li Belçîka jî destpê kir

Çalakiyên li dijî kuştina cîwanê 17 salî belavî welatên cîran jî bûn. Hate zanîn ku li paytexta Belçîkayê Brûkselê jî çalakîyên protestoyî hebûn. Li wir jî 64 kes hatin binçavkirin. Li navenda Brûkselê li semta Annêssensê çalakî hatin kirin. Li wir jî çalakvanan gelek wesayît şewitandin. Polîsên Belçîkayê ketin û derketina herêmê qedexe kir.

Çalakiyên protestoyî dewam dikin.

NAVENDA NÛÇEYAN