Fransa ji DAIŞ û dewleta Tirk tirsiya

Pêncşem 7 Tîrmeh 2022 - 22:30

  • Vê hefteyê Fransayê 16 jin û 35 zarokên li wargehên DAIŞ´î lê yên Rêveberiya Xweser biribûn.

Vê hefteyê Fransayê 16 jin û 35 zarokên li wargehên DAIŞ´î lê yên Rêveberiya Xweser biribûn. Koordînatorê îstîxbarat û şerê li dijî terorîzmê yê dewleta Fransayê Laurent Nunez pêr da zanîn ku hîna 104 jin û 255 zarokên Fransî li van wargehan girtî ne. Wî got, ji bo anîna wan, wan herî zêde li aliyê ewlekariyê yê meseleyê nirxandiye. 

Wî îdîa kir ku ji ber sedemên insanî lê bêhtir jî ji ber ku di warê ewlekariyê de dever her diçe bêhtir neewle dibe, ew dibe ku hin carên din jî ji van dayik û zarokan hinekan bînin Fransayê. Çi ewlekariyê bi rastî li herêmê xira dike? Bersiva pirsê ew wiha dide: "Tehlûkeya operasyonên Tirkan, DAIŞ’ê ya ku xwe li çola Sûrê bi ser hev de tîne, hene. Ew dibêje, ew biçe van zarok û jinan bîne." 

PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.