Frankfurt ji festîvalê re amade ye

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 5 Îlon 2023 - 02:55

HAKAN TURKMEN / BERLÎN

Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya ji rêûresmê ya Ewrûpayê, îsal wê cara 31´ê bê lidarxistin. Festîval îsal wê li bajarê Elmanyayê Frankfurtê bê lidarxistin. Ji Komîteya Amadekar Munevver Altinişik got, “Em amade ne û li bendê ne Kurd, Kurdistanî û dostên wan bên festîvalê.”

Şemiya bê, yanî 9´ê Îlonê, Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 31´ê wê li bajarê Elmanyayê Frankfurtê çêbe. Mekanê festîvalê ne xerîb e: Rebstockpark. Li vir îsal Bernameya Newroza Navendî û Festîvala Dêrsimê jî bi rê ve çûbû. Slogana festîvala îsal “Di sedsaliya Lozanê de çareserî ji bo meseleya Kurd, azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re” ye. Festîval diyarî şehîdên komkujiya duyem a Parîsê ya 23´yê Kanûna 2022´yan Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil hat kirin. 

 

Wesaît hazir in

Mêvandarê festîvalê, Federasyona Demokratîk a Komeleyên Kurdistanê (FCDK-KAWA) ye. Ji Komîteya Amadekar a festîvalê, hevseroka FCDK-KAWA´yê Munevver Altinişik, got amadekariyên festîvalê hema hema qediyane. Wê da zanîn ku ji gelek welatên Ewrûpayê xelk wê tevlî festîvalê bibe û wiha peyivî: “Li gelek deverên weke bajarên Awusturya, Swîsre, bajarên Fransayê Parîs, Strasbourg, li Lüksemburg, Belçîka û Holandayê ji bo festîvalê otobus hatine kirêkirin. Otobus wê ji ber Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd (NCDK) bidin rê û biçin Frankfurtê. Heta niha 230 otobus hatine hazirkirin. Ji bilî otobusan, xelk wê maşînên xwe û bi trênan jî biçin festîvalê. Ji bo wesaîtên şexsî, cihê parkê ji bo 5 hezar wesaîtan hat kirêkirin.” 

 

Bername dewlemend e

Di festîvalê de ji bilî qisekerên ji Kurdistan, Tirkiye û Ewrûpayê, bernameyeke çandî ya dewlemend jî heye: Silbûs û Tarî, Hossein Safamanesh, Kevana Zêrîn, Jale, Göksel & Ensemble, Sherif Omeri wê di festîvalê de derkevin ser dikê. Wekî din wê komên govendê yên serketî hunerê xwe nîşanî Kurdan û dostên wan bikin.

Dezgehên kitêban, yên cilûbergên Kurdî, tevî konê reş ê kurdî wê li meydana festîvalê hebin. Li vir wê dengbêj jî cihê xwe bigirin. Li meydana festîvalê zarok jî nehatine jibîrkirin: “Ji bo ku malbat rehet bernameya festîvalê bişopînin, li meydana festîvalê zarok wê karibin li cihê ku ji wan re hatiye hazir kirin hem bilîzin û hem jî tevlî xebatên çandî bibin.”

Di dawiyê de hevseroka FCDK-KAWA´yê Munevver Altinişikê got, “Em Kurd in, em ê xwedî li rûmet û kerameta xwe derkevin, em ê xwedî li Rêbertiya xwe derkevin. Em li bendê ne ku her kes tevlî vê festîvalê bibe.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.