Mirov tê dernaxe ku ev wêne yan jî tablo ji destê şêwekarekê derketine. Mirov dibêje qey ew bi makîneyê hatine girtin. Ji lewre, ev wêneyên şêwekara Japonî, Kie Mieno ji wêneyan bêhtir dişibin fotografan. Ev wêne ewqas bedew û rastbîn xuya dikin, mirov bawer nake bibêje, ew bi boyaxê hatine çêkirin. Lê Mieno van wêneyên xwe bi firçe û boyaxê çêdike û di dawiyê de jî ev tabloyên rastbîn ango hîperrealîst derdikevin holê.
Mieno şêwekareke bi qabîliyet e. Wêneyên ku ew xêz dike, nîşanî me didin ku ew pirr bi baldarî dixebite.
Hurgiliyên di wêneyên wê de mirov matmayî dihêlin û mirov bêyî hemdê xwe ji xwe dipirse, “Gelo ev wêne ji dil jî bi boyaxê hatine çêkirin?”. Reng, ronahî û siya di wêneyên wê de tev bi hev re dibin yek û van wêneyên hîperrealîst derdixin holê. Kie Mieno mijarên cihê hildibijêre û li ser wan hûr dibe. Ew bêhftir portreyan xêz dike, di portreyên wê de ji her temenî mirov hene û wan bi şêweyekî rastbîn boyax dike. Mieno ji bo van wêneyên xwe çêke, para bêhtir boyaxa zeytî bi kar tîne.
Kie Mieno her çiqas bi wêneyên xwe yên rastîn were naskirin jî ew di heman demê de bi fotografê re jî mijûl e û fotografan digire. Her wiha ew kargehên boyaxa avî û boyaxa zeytî jî li dar dixe û ji van karan jî hez dike.
Kie Mieno, sala 2007’an Zanîngeha Huner a Hîroşîmayê diqedîne û ji wî wextî ve wek şêwekarekê dixebite. Wêneyên wê yên rastbîn li gelek mûzeyan hatine nîşandan û ew tevlî gelek pêşangehan bûye. Sala 2017’an Xelata Mezin a Muzeya Hoki jî digire.
NAVENDA NÛÇEYAN