Fîsik; rêzefilmê ji pêlîstokan

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 13 Tebax 2024 - 00:37

  • Komîna Sînemaya Rojava-Avrîn hewl dide di demek nêz de rêzefilmekî bi navê “Fîsik” ku karekterên pêlîstokên bîne ser ekranên televizyonê. Bi rêya malbata Hindo û Hindê pirsgirêkên civakî û siyasî yên li Kurdistanê tên nîqaşkirin. 

HESNA MIHEMED / JÎNHA / ŞEHBA

Komîna sînemaya Rojava-Avrîn bû demek dirêj bi serpereştiya Desteya Çand û Tevgera Çand Huner a Efrîn-Şehbayêdi nava xebatê de ye ji bo derxistina rêzefilmek li Şehbayê. Rêzefilma bi navê Fîsik ku bi pêlîstokan tê amadekirin yekem car li Rojava û tevahî Sûriyeyê tê çêkirin.

Nivîskara rêzefilma Fîsik a ji 10 xelekan pêk tê Şêrîn Reşîd û derhênerê wê mamoste Mehîdîn Erselen in. Di heman demê de amadekariyên wê ji cil û bergan heya cih û kesayetan ji aliyê endamên komîna Sînemaya Rojava-Avrîn ve hatine amadekirin.

Nivîskara rêzefilmê û her wiha lîstikvanên film behsa rêzefilmê bi navê “Fîsik” kirin.

Malbata Hindo û Hindê

Rêvebera Tevgera Hîlala Zêrîn û senarîsta rêzefilmê Şêrîn Reşîd di destpêka gotinên xwe de bal kişand ser derxistina wê ji berhemên jinan di şoreşa Rojava de û fikra nivîsandina rêzefîimê ji ku derê girtiye û wiha pê de çû: "Min xwest di şoreşa Rojava de ku bi şoreşa jinê tê nasîn rol û berhemên jinan binivîsînim û di dîrokê de tesbît bikim. Fikra nivîsandina rêzefilmek wiha ji mihricana Mîtan hat ku wê demê me mijarên li gorî demê hildibijart û kurtefilman ji gel re li ser pirsgirêkên jiyanî weke rexne ji rêveberiyê re û çareseriya wan pirsgirêkan, li dar dixist. Me xwest kesayeta Hindo û Hindê tenê li ser dika şanoyê nemîne û bibe rêzefilm, di heman demê de mijarên wê berfirehtir bikin û civakê li ser fikra neteweya demokratîk a rast perwerde bikin û vê projeyê bi riya malbata Hindo û Hindê pratîze bikin."

Lîstikvan pêlîstok in

Şêrîn Reşîd behsa zehmetiyên ku di nivîsandina rêzefilmê de dîtine û mijarên ku kirine behs, kir û wiha pêl da axaftina xwe: "Di nivîsandina rêzefilmê de nivîskar helbet gelek astengiyan dibîne, bi taybetî em di warê koçberiyê de û bi şer re rû bi rû dimînin. Li kêleka wê divê kesayetên baş li gorî senaryoyê bên amadekirin û rola xwe bilîzin. Nivîsandina wê ne hêsan bû lê li gorî derfetan min hewl da mafê vê rêzefilmê biparêzim. Nêzî salekê nivîsandina wê domiya û di encamê de li gorî rewça em tê re derbas dibin 10 xelek hatin nivîsandin û di demên pêş de wê rêzefilmên ji vî dirêjtir bên çêkirin. Her xelekek mijarek cuda di nava xwe de dihewîne û pêşkêş dike weke dîrok, reşkirin û çareseriya wê, desthiladarî, xwebirêvebirin, parçebûna nava Kurdan, mijarên ku me nirxandine bi piranî taybetmendiyên me Kurdan di nava xwe de dihewînin û me xwest bi şêwazekê bikin rêzefilm ku hemû jê hez bikin û temaşe bikin. Me xwest bi şêwazeke cuda em vî rêzefilmê amade bikin. Rewşa malbatekê bi kesayetên pêlîstokan tê vegotin ku ev pêlîstok bi destan tên livandin.”

Fîsik; rêya ronî ya ji bo gel

Şêrîn Reşîd ji bo neqandina navê “Fîsik” jî van tiştan got; "Fîsik tê wateya şewq û ronahiyê ku em dixwazin bi riya vê rêzefilmê malbatên me di demên pêş de bi awayekî rêk û pêk û pêşketî bijîn. Malbata ku di rêzefilmê de dilîze di nava nakokiyên jiyana berê û ya niha de dijî û divê çawa di demên pêş de bijî. Fîsik jî wê riya ronî nîşanî gel dide. Armanca me avakirina malbatek demokrat di nava civakek azad de ye. Di demek nêz de rêzefîim wê li ser ekranên televîzyonê bê pêşkêşkirin û em bi hêvî ne ku malbatên me sûdê jê bigrin."

Ji warê koçberiyê rêzefilmekî cuda

Rêvebera Komîna Şano Efrîn-Şehba-Helebê di heman demê de lîstikvana sereke ya di rêzefilmê de Rûmet Beko diyar kir ku yekem car li ser asta Rojava rêzefilmek bi vê rengî tê çêkirin û got: "Yekem car ji warê koçberiyê em di rêzefilmek bi pêlîstokan de dixebitin. Ev rêzefilm li ser asta rojava û Sûriyeyê giştî yekem car tê amadekirin û em bi vê tecrubeyê gelek serbilind in ku li gorî derfetên heyî rêzefilmek bi vî rengî tê amadekirin. Ev jî cihê serkeftinê ye. Min kesayeta Hindê di rêzefilmê de girtiye û roleke sereke tê de dilîzim. Bi riya vê malbatê rêzefilm tê amadekirin ku dayikek çawa di nava desthiladariya rejîman de dikare li ser Kurdîtiya xwe bimîne û çanda Kurdî fêrî zarokên xwe û nifşên nû bike. Mijarên ku hatine amadekirin giştî jiyana Kurdistanê dinirxînin ku her dewletek çawa bandora xwe li ser parçeyek ji Kurdistanê kiriye. Dayik di vê rêzefilmê de her dem hewl dide zarokên xwe kom bike û çanda Kurdî di malê de bide rûniştandin. Di heman demê de dixwaze di malbata xwe de wekheviyê ava bike û zihniyeta baviksalarî hilweşîne.”

Hewla avakirina civakeke demokratîk

Rûmet Beko diyar kir ku ev rêzefilm pirsgirêk û jiyana Kurdistanê vedibêje û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Di rêzefilmê de mijarek malbatî tê nîqaşkirin lê ger baş mirov li rêzefilmê temaşe bike dibîne ku ew bi xwe mijarek Kurdistanî ye ku pirsgirêk û jiyana Kurdistanê vedibêje. Dayik rola sereke di malbatê de dilîze lewre rola Hindê di vê rêzefilmê de gelek girîng e ji ber bi riya wê ev pirsgirêk tên vegotin. Her wiha hewl dide malbatek demokratîk ava bike û zarokên xwe bi ruhê demokrasiyê perwerde bike. Bi awayekî xweş mijarên wê hatine nivîsandin çîrokên me yên Kurdî yên sereke, çanda me û pirsgirêkên me tê de hatine nîqaşkirin. Her xelekek armanc û peyama wê heye. Em jî weke lîstikvan hewl didin peyaman bidin û bi rengekî zelal xelekê pêşkêş bikin, mijarên xelekê baş bidin fêmkirin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.