Firneya nanê sêlê

Yekşem 6 Sibat 2022 - 22:21

  • Kongra Star li navçeya Tirbespiyê, bi navê şehîd Hêvîdar Tirbespiyê, firneyeke nanê sêlê vekir.

Kongra Star li navçeya Tirbespiyê, bi navê şehîd Hêvîdar Tirbespiyê, firneyeke nanê sêlê vekir.

Di firneyê de 9 jin kar dikin û ew nan li gund û xwaringehên navçeyê belav dikin.        

Rêvebereke Kongra Star a navçeya Tirbespiyê Buşra Ebdulbaqî Xelîl diyar kir ku armanca wan bi vekirina firinê ew e ku bi nîşandana çand û rêûresmên jinan, jinan teşwîq bikin ji bo ku asta xebatê bilind bikin.           

Buşra Ebdulbaqî Xelîl piştrast kir ku Kongra Star piştgiriya gavên bi vî rengî dike. Tê payîn ku projeyên din ên bi vî rengî werin vekirin ku dê derfetên kar ji jinan re peyda bikin.    Firneya Şehîd Hêvîdar Tirbespiyê li gundê Hilwê ye, cihê wê li ser rêya sereke Qamişlo-Dêrikê ye.

Şehîd Hêvîdar Tirbespiyê (Ela Xelef) ji navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê ye, di 10'ê Cotmeha 2021’ê de di dema êrişa artêşa Tirk a dagirker a li ser herêma Werxelê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbû.

ANHA/TIRBESPIYÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.