Firçe ziman, wêne dengê wî ye

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 11 Tîrmeh 2022 - 21:03

  • Ahmet Kisa yê kerr û lal, bi wênesaziyê ya dilê xwe tîne ziman. 

EMRULLAH ACAR / MA/MEREŞ

Ahmet Kisa yê kerr û lal, bi wênesaziyê ya dilê xwe tîne ziman. 

Ahmet Kisa 43 salî ye. Ew ji navçeya Mereşê Elbistanê ye. Gava ji dayika xwe bûye, kerr û lal bûye. Ahmet Kisa tevî vê jî bi wêneyên ku xêz dike, reng û dengê jiyana xwe xêz dike û rengîn dike. Kisa sala 2002’yan dest bi xêzkirina wêneyan dike û perwerdehiya xwe ewilî ji dayika xwe werdigire û pişt re jî li bajarên wek Enqere, Izmîr û Stenbolê li cem wênesazên profesyonel wênesaziya xwe bi pêş dixe. Heta niha nêzî 500 wêneyan xêz kirine. Ew di sala 2015’an de kargeha bi navê “Kisafirça” ya wêneyan vedike û bi firotina wêneyan debara xwe û malbata xwe dike. Kisa dibêje, kesên ku tên kargeha wî hunerê wî diecibînin. 
 
Herî zêde ji guldexwînê hez dike

Kisa wêneyên şexsiyetên Kurd ên tevgera siyasî û şexsiyetên girîng ên di civaka Elewî de cih girtine, xweza, jiyana gundan gelek wêne xêz kirine. Ew ti ferq û meylê naxe navbera wêneyên xwe, lê wêneyê herî zêde ew jê hez dike, yê guldexwînê ye. Dayika wênesaz Ahmet Kisa, Elîf Kisa ku ji bo lawê wê bibe wênesaz destekeke mezin daye lawê xwe, dibêje, ji piçûkatiyê ve bala lawê wê li ser xêzkirina wêneyan bûye.

Kisa qala pêvajoya hînbûna lawê xwe kir. Wê got, ew bi hezkirineke mezin karê xwe dike û hezkirina xwe ya li hember mirovan û xwezayê bi çêkirina wêneyan nîşan dide. 
 
Ji xêzkirinê aciz nabe

Elîf Kisa got, lawê wê bi wêneyan derd, kul, hezkirin û daxwazên xwe tîne ziman, lê krîza aborî li ser karê Ahmedê lawê wê jî bandor kiriye û niha zirarê dike. Ahmet Kisa jî hestên xwe li ser kaxezê nivîsand û got, “Ji Kisafirçayê rêz û silav ji dinyayê re. Hunerê wêneyan, wênesazî bû nesîbê min. Ez dixwazim hîn bêtir hunerê xwe bi pêş bixim. Ez ji xêzkirinê aciz nabim. Ev 7 sal in li kargeha xwe dixebitim. Dema ez wêneyan çêdikim, şanaz dibim. Ez bi hezkirineke mezin wêneyan xêz dikim. Ez ê hîn jî xêz bikim. Ez ji xêzkirinê û vê xebatê pirr hez dikim.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.