Fîlozofê gerîla: Qasim Engîn
Çarşem 28 Gulan 2025 - 03:35
- Berî 5 salan têkoşer û fîlozofê gerîla Qasim Engîn şehîd bû. Li hemû qadên gerîla şop û nîşaneya Qasim Engîn lê diyar e. Xwedî xebateke welê ye ku mohra xwe li têkoşîna Azadiya Kurdistanê daye.
5 sal li ser şehîdbûna fermandar û şervanê azadiyê Îsmaîl Nazlikul bi nasnav Qasim Engîn re derbas dibe. Qasim Engîn di temeneke biçûk de tevlî nava xebatên Azadiya Kurdistanê dibe û cihê xwe di nava çalakiyên azadîxwazan û şoreşgeran li Ewropayê de digire. Pir zû ramanên Rêber Apo û PKK’ê nas dike. Ev yek rê li ber wê vedike ku Engîn berê xwe bide çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bibe. Şehîd Qasim Engîn di nava malbateke welatparêz û niştîmanperwer de tê dinê. Ji nava malbatê gelek kes cihê xwe di nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê de girtine. Şehîd Qasim Engîn piştî sala 1985’an li ser ramanên Rêber Apo û PKK’ê kûr bû, zêdetir li nava xebatan cih girt û bi berpirsyarî rabû. Sala 1989’an weke welatparêzeke têgihiştî tevlî nava refên PKK’ê bû û dest bi têkoşînê kir.
Qasim Engîn di dema xebatên li Ewropayê de ji ber nêzîkatî û jêhatîbûna xwe tevneke fireh a Kurdên ji çar parçeyên Kurdistanê û dostên gelê Kurd çêkiribû. Her kesê nas kir, jê hes kir, pêre kar dikir. Ji bo wê hem dema di nava xebatên civakî û gerîla de kesayeteke pir dihate hezkirin.
Gerîla ragihande cîhanê
Qasim Engîn ji bo baştir rastiya gelê Kurd û Kurdistan, têkoşîna gerîla binase, sala 1990’î berê xwe dide qada Rêber Apo û li vir perwerde dibîne. Di perwerdeya li vir baştir têkoşîna gerîla û rewşa gelê Kurd fam dike. Perwerdehiya Rêber Apo ji bo wî şanseke pir mezin bû. Ji bo xurtkirina têkoşîna azadiya gelê Kurd xwe tim perwerde dike, dixwîne. Ev jî têr nabîne sala 1990’î bi komeke gerîla re diçin Lubnanê Akademiya Leşkerî ya Mahsûm Korkmaz (Egîd). Li vê derê baştir Rêber Apo nas dike û pêre dimîne. Şehîd Qasim Engîn ku temenek biçûk ji welat dûr ketibû û salên dûr û dirêj li Ewropa jiya, piştî bi salan berê xwe da warê lê hatî dinê. Sala 1994’an berê wî dikeve Botanê û demeke dirêj weke fermandar têkoşîn dike. Di vê demê de derbên pir xurt li dagirkeriyê didin. Di nava têkoşîna salên dûr û dirêj de gelek ker û mîsyonên girîng girt ser milê xwe. Ji qadên Başûrê Kurdistanê bigire heta Herêma Behdînan, Bradost û Qendîl maye. Weke Berpirsê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê erk girt û kar meşand. Bi rêya medyayê têkoşîna gerîla digihand raya giştî ya cîhanê.
Têkoşîna 35 salan a bênavber
Şehîd Qasim Engîn ji bo nasandin û têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd û gerîla li cîhanê bê nasîn, kedeke pir mezin da. Ti astengî li pêşiya xwe qebûl nedikir û ji bo serketinê tişta ji destan dihat dikir. Qasim Engîn ji bo dîroka welatparêziya Kurd-Kurdistanê gelek hewldan da. Li ser dîroka Kurdistanê lêkolînên pir giranbiha kir. Hemû kêliyên jiyana xwe bi felsefeya dîrokî ya Apoyî tije kir. Ji bo dîroka Kurdistanê fêm bike û rast şîrove bike. Li ser vê mijarê gelek ders da û pirtûka bi navê ‘Dîrok niha ye’ jî weke mîrateyeke ya qedirbilind li pey xwe hişt. Qasim Engîn (Îsmaîl Nazlikul) ku 35 sal bê navber têkoşîneke bê eman a gerîla kir 27’ê Gulana 2020’an di êrişeke ya dewleta Tirk ya li ser herêma Bradost ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
NAVENDA NÛÇEYAN