Fîgûrên razber û zimanê bedenê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 27 Îlon 2022 - 04:50

Eric Pause ku hunermendekî ji Ontarioyê ye, bi wêneyên akrîlîk yên surrealîst fîgûrên razber nîşan dide. Eric Pause van fîgûrên xwe yên ku bi awayekî geometrîk hatine xêzkirin, derbasî hevdu dike û bi vî awayî kompozisyonên giştî ava dike. 

Ew ji hestên evînî, fikar û aciziyê sûdê werdigire û bi dirûvên besît van mijaran vedibêje. Ji bo van hestan nîşan bide jî rengê şîn, gewr, reş û porteqalî bi kar tîne. Ew bi van fîgûrên xwe yên ku derbasî hevdu kiriye, dikare çend wextan bi hev re li ser tabloyekê nîşanî xelkê bide yan jî bide hîskirin. 

Di tabloyên wî de “beden” li pêş e, peyamên dixwaze bide yan jî hestên dixwaze ava bike bi rêya beden û tevgerên fîgûrên xwe dide. Yanî wî bi bedana fîgûrên xwe zimenek jî ava kiriye û ev fîgûrên wî bi dest û lingên xwe yên ku derbasî hevdu bûne, hestên cûr bi cûr derdixin holê.

ONTARIO

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.