Festîvala Zarokan bi coş bi dawî bû

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 26 Cotmeh 2021 - 23:43

  • Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Festîvala Zarokan a 3’yan bi dirûşma “Azadî ji zarokatiyê dest pê dike” bi rê ve çû. Festîval bi şahiyekî bi coş bi dawî bû.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Festîvala Zarokan a 3’yan bi dirûşma “Azadî ji zarokatiyê dest pê dike” bi rê ve çû. Festîval bi şahiyekî bi coş bi dawî bû.

Xwendevanên dibistanên wargeha Mexmûrê hemû li dibistanên xwe kom bûn, bi meşê berê xwe dan meydana festîvalê. Zarok ji bo şehîdan rêz girt û pê re dest bi bernameya festîvalê kir. Axaftina destpêkê Mamoste Bêrîvan Kaya kir. Kaya festîval li zarokên Mexmûrê û li tevahî zarokên Kurdistanê pîroz kir û got, “Zarokên Kurdan yên li her çar parçeyên Kurdistanê hemû li ber bişaftin û qirkirina dewletên dagirkeran in, ne wek zarokên Mexmûrê xwedî şansê xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî ne. ”

Di festîvalê de komên muzîkê derketin ser dikê û stran gotin. Festîval bi şanoya Dibistana Navenda Hêvî bi dawî bû.

ROJNEWS/MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.