• Festîvala Şanoya Kolanan ya 15’an a Merîwanê, îsal jî wê di navbera 23 û 28’ê Cotmehê bihata lidarxistin, lê ji ber şewba koronayê taloq bû

Festîvala Şanoya Kolanan ya 15’an a Merîwanê, îsal jî wê di navbera 23 û 28’ê Cotmehê bihata lidarxistin, lê ji ber şewba koronayê taloq bû. Vê Festîvala navneteweyî ya şonoya kolanan li vî bajarê Rojhilatê Kurdistanê doh saet 17:00’an li Parka Şanoyê ya bajarê Merîwanê dest pê kir. Ji gelek deverên Rojhilatê Kurdistan û Îranê û welatên din hunermend bi berhemên xwe tevlî festîvalê bûn.

Festîvala îsal ji 6 beşan pêk tê û ev beş wiha ne; Serbest, Ayînî, Cûreyên din ên Pêşkêşkirinê, Zarok û ciwan, Taybet, Bijartiya Navenda Festîvalê. Îsal beşa pêşbirka şanoyê jî li 6 beşên din ên festîvalê hat zêdekirin. Bi giştî 31 berhem ji bo festîvalê hatine qebûlkirin ku wê di festîvalê de werin pêşkêşkirin.

Festvîal wê heta 1’ê Mijdarê bidome û di dawiyê de wê serketiyên her beşê werin xelatkirin.

ANF/MERÎWAN