Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ragihand ku Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê dê di navbera 25 û 28’ê meha Tîrmehê de bê lidarxistin.
Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan têkildarî Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ku dê îsal cara 22’an were lidarxistin li ser hesaba xwe ya X’yê ev agahî parve kirin: “22’yemîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ya 22’an dê di 25-26-27 û 28’ê Tîrmehê li gorî edetên xwe yên berê were lidarxistin. Naveroka bernameyê dê pişt re were parvekirin.”
DÊRSIM