Festîvala Moskovê ber bi ‘bayê guhertinê’ ve

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 1 Hezîran 2022 - 21:09

  • Li Rûsyayê Festîvala Filmên Kurdî ya Moskovê cara 2’yan dê were lidarxistin. 

Li Rûsyayê Festîvala Filmên Kurdî ya Moskovê cara 2’yan dê were lidarxistin. Festîval bi dirûşmeya “Bayê guhertinê” xwe bi rêxistin dike û di bernameya xwe ya îsal de cih daya gelek kurtefilm, belgefilm û metrajedirêjên Kurdî. 

Festîval hewl dide ku bi riya vê festîvalê li Rûsyayê filmên Kurdî bi Kurdan û Rûsan bide temaşekirin û deriyekî nû veke ji filmên Kurdî re.

Komîteya festîvalê di daxuyaniya xwe de got; “Dirûşma festîvalê ‘Bayê guhertinê’ ye. Bê her serdemê tesîra xwe li mirovan û şaristaniyê kiriye. Di warê mîtolojî û dîrokî de û her wiha bipêşketina çandê de ba xwedî hêz e. Di gelek çandan de, ba wekî yek an jî çend xwedayan hatiye bimanekirin û lewma weke hêzeke serbilind hatiye nîşandan. Ji ber van sedeman di gelek çandan de ba weke hêmaneke sereke derdikeve pêşiya me. Ba di folklora gelek gelan de, di wêje û hunerên din de heye. Ew bi rolên cihê radibe, bi gelemperî îrade, bêserûberî û guhertinê sembolîze dike. Bayê guhertinê, guhertinên ku di van demên dawîn de li cîhanê qewimîne, bi awayekî bê qisûr radigihîne. Dinya bi awayekî radîkal guherî û îhtîmaleke mezin dê her biguhere!”

MOSKOV

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.