CEMÎL EBDO / ANF / ŞEHBA

Li Kantona Efrîn û Şehbayê bi dirûşmeya “Veger nêz e em bi hêvî ne” amadekariyên  festîvala Mîtan a Şanoyê ya 5’an dest pê kirin. 

“Mîtan” dewama gera deh salan a ji xebat û çalakiya hunerî ya şanoyê ye û îro komek ciwanên kantona Efrîn û Şehbayê, têdikoşin ku bêhna jiyanê bidin vê festîvala ku peyama dewamkirina jiyan û berxwedanê bidin hemû cîhanê. Tenê gotinekê dibêjin, “Mîtan di dewra xwe ya bê de teqez di Efrîna rizgarkirî de wê were lidarxsitin.”  

Ev yek jî di dirûşmeya dewreya pêncemîn a Mîtanê de bi zelalî tê îfadekirin. Fikra destpêkirina Festîvala Şanoya Mîtanê di sala 2014'an de dest pê kir, bi armanca naskirina hunerê civaka Efrînê û avakirina yekemîn avahiya hunerê şanoyê li Efrînê. Kesên elaqedar, dewreya yekem a festîvalê di dawiya sala 2014'an dest pê kir û piştre li gorî şert û mercan ev festîval bû rastiyek û her du salan carekê dihat lidarxistin. Festîvala Şanoya Mîtan a 5’an dê di nava çend rojan de li navçeya Ehdas a kantona Efrîn û Şehbayê were lidarxistin.

Festîval berê li Efrînê pêk dihat

Derhêner û endama Rêveberiya Festîvalêm Rûmet Beko, diyar kir ku wan sê festîvalên Mîtan li Efrînê pêk anîne û got, “Festîvala 4’an li Şehbayê di nav şert û mercên koçberiyê de hate lidarxistin. Helbet cudatî di navbera birêkûpêkirina festîvala li Efrînê û ya niha li Şehbayê de hene. Ji ber ku amadekirina festîvaleke mîna ya Mîtanê, û pêkanîna wê, di şertên li vir de neguncaw bû. Lê dîsa me festîvala Mîtan a 4’an bi awayekî serketî li dar xist û niha jî em amadekariya xwe ji bo cara 5’an bi dirûşma 'Veger Nêz e Em bi Hêvî ne' dikin. Ji ber ku weke şanoger me dît ku ev dirûşme baştrîn hevok e ku hestên me îfade dike û di demên pêş de em ê şanoyên xwe li ser erdê xwe pêşkêş bikin."

7 şano tên nîşandan

Beko, anî ziman ku jiyana li Şehbayê, li gorî şert û mercên heyî weke êriş û dorpêçê di ruhê wan de îradeyeke xurt ava kiriye: “Gelek mêvan ji deverên cuda yên Rojvayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilata Sûriyeyê weke Reqa, Hesekê û Kobanê û ji deverên din jî yên weke Kerkûkê wê bibin mêvanê festîvalê. Her wiha wê 7 şano werin nîşandan. Li aliyê din, em hewl didin ku ji deverên din ên Kurdisatanê em mêvanan bînin festîvalê. Ji bo me weke Efrînê tiştekî gelekî xweş e ku em karibin çar parçeyên Kurdistanê li deverekê kom bikin û bi hunerê xwe em hemû bibin yek. Ji ber ku huner dikare siyasetê jî nêzî hev û du bike."

8 rojan dewam dike

Beko got, tevî şert û mercên zehmet jî lidarxistina festîvaleke wiha, xebateke bi nirx e: “Herêma Şehbayê, herêmek e ku rastî gelek şer û êrişan hatiye û heta niha jî tê. Ji bo em vê festîvalê li dar bixin, gelek xebat tên meşandin. Ji amadekirina şanogeran û anîna wan a gel hev, heta peydakirina ceyranê û erebeyên ku wan komî ser hev dikin. Kêmek be jî ji bo mirovan ji derûniya niha derînin, xebateke girîng e. Em hewl didin ku êşên wan hemû li ser vê dikê kom bikin û bi awayekî baş weke şano pêşkêş bikin. Festîvala me wê weke her sal bi Karnavaleke şanoyî di 10'ê Çileyê 2024'an de dest pê bike û wê heşt rojan dewam bike. Her roj wê şanoyek were pêşkêşkirin û di dawiyê de her kesê alîkar bûye, wê spasnameyekê wergire û wê wiha festîvala me biqede.”