Li Şehbayê bi beşdariya koçberên Efrînê û şêniya Şehbayê Festivala 5ˊan a Mîtan a Şanoyê li hola Mîtan a Ehdasê dewam dike.
Endamên Navenda Çand û Hunerê ya Hesekê bi 5 listikvanan şanoya 'Kiş Mîr' anîn ser dikê. Ev şano ji hêla Fatme Ehmed ve hatiye nivisandin û derhêneriya wê jî Losîn Qesebiyen kiriye.
Şano balê dibe ser her kesê ku li gorî xwe dijî û kes guh nade kesî.
ANHA/ŞEHBA